Rojnameger Îbrahîm: Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hêzê digire 2023-12-28 09:15:00   RIHA - Rojnameger Lezgîn Îbrahîm bi lêv kir ku tevî Tirkiye êrişî nexweşxane, binesaziya herêmê û welatiyên sivîl dike jî, qada navneteweyî li dijî van êrişan dengê xwe dernaxîne û got ku Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hezê digire û êrişên bi vî rengî pêk tîne.     Piştî ku leşkerên Tirkiyeyê di şerê li Herêma Kurdistana Federe de hatin kuştin, Tirkiye ji bo êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike careke din berê xwe da herêmê. Êrişên Tirkiyeyê ku di 25'ê Kanûnê de dest pê kirin, heta niha binêsaziya herêmê, îstasyonên petrolê û gelek cihên welatiyên sivîl hatin hedef girtin. Di encama êrişan de heta niha 8 welatî hatine qetilkirin û 2 welatî jî birîndar bûne. Di êrişên Tirkiyeyê de ku li bajarên Kobanê, Qamişlo, navçeya Amûde û Şehbayê didomin, heta niha fabrîqeyên zeytûnan, fabrîqeyên êm, eywanên dawetê, depoyên pembû, nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê û gundan hatine bombebarankirin. Tevî ku Tirkiye bi êrişên li ser nexweşxane û binesaziya herême sûcê li dijî şer pêk tîne jî hezên garantor ên herêmê û qada navneteweyî li dijî van êrişan bêdeng in. Her wiha welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan û bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan.     Nivîskar û Rojnameger Lezgîn Îbrahîm ku li herême dixebite, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê, bêdengiya qada navneteweyî û geşedanên dawî yên li herême ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    'TIRKIYE SIYASETA QIRKIRINÊ DIMEŞÎNE'   Lezgîn Îbrahîm bi lêv kir ku Tirkiye li dijî gelê herêmê siyaseta qirkirinê dimeşînê û got: "Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ne. Lê dema em li êrişên Tirkiyeyê yên demên dawî dinêrin bi taybet êrişî binesaziyên herêmê dike. Niha jî stasyonên ku pêdiviyên jiyanî yên gelê herêmê  û saziyên sivîl hedef digire. Yanî siyaseteke qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Ji ber ku Tirkiye bi êrişên leşkerî yên bejahiyê nikare tiştekî bi dest bixe, bi êrişên vî rengî dixwaze Rêveberiya Xweser lawaz bike û gelê li vir ji aliyê aborî û jiyanî ve di nav xetereyê de bihelê û gelê li vir koçber bike."   NEXWEŞXANE HEDEF HATIN GIRTIN   Îbrahîm bi domdarî diyar kir ku Tirkiye êrişî nexweşxaneyan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Qamişloyê û navçeyên wê pêk hatin. Cihên ku hatin bombebarankirin jî piranî îstasyonên sotemenî, depoyên xwarinê û nexweşxane ne. Li Qamişlo û Kobanê nexweşxane hedef hatin girtin. Li Qamişloyê 2 nexweşxane hedef hatin girtin û ji van nexweşxaneyan yek jê jî ya koronayê û yek jê jî ya şûştina gurçikan bû ku nû hat vekirin û yekemîn car li herême hatiye vekirin. Li Kobanê jî nexweşxaneya ku bê pere welatiyan derman dikir hedef hat girtin. Li Qamişloyê li gor agahiyên ku me bi dest xistiye li ser rê ya Amûdê îstasyonek hedef hatibû girtin û rewşa awarte jî hê berdewam e."   BÊDENGIYA HEZÊN GARANTOR   Îbrahîm destnîşan kir ku sedema êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkçûyîna wê ye û wiha got: "Dema merîv li rengê êrişan dinêrê cihên ku hedef tên girtin merîv dizane ku dewleta tirk ketiye tengasiyê. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê ji ber ku nikarin bi ser bikevin û darbeyên mezin xwarin û nikare li wir bi ser bikeve berê xwe dide Rojavayê. Baş xuya dike ku lawazbûnek di dewleta tirk û arteşa wê de heye. Nema dikare tiştekî bike, êrişên hovanê li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tîne."   Îbrahîm bal kişand ser bêdengiya hezên garantor ên li herêmê û qada navneteweyî jî û wiha pê dê çû: "Dewletên navneteweyî ku ketine herêmê, çi Rûsya be çi DYA be hemû ji bo berjewendiyên xwe li herêmê ne û di nav wan de jî nakokî hene. Tirkiye jî ji vê yekê sûd digire û êriş dike. Hezên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe rê li ber êrişên bi vî rengî yên Tirkiyeyê nagire. Car din jî Tirkiye ji şerê cihanê yê di navbera Îsraîl û Xezayê, Rûsya û Ûkraynayê de sûd digire ku dinya bi van ve mijûl e. Tirkiye jî sûdê ji vê digire û êrişên xwe yên bi vî rengî pêk tînê."    'TIRS ŞIKEŞTIYE'   Îbrahîm anî ziman ku armanca Tirkiyeyê bi êrişên li binesaziyê valakirina herêmê ye û got ku welatiyên herêmê jî berovajî armanca Tirkiyeyê li qadan li ber xwe didin. Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Gelê herêmê jî armanca Tirkiyeyê baş fehm kiriye. Gelê herêmê bi helwesta xwe li dijî van êrişan derketin qadan û ev êriş şermezar kirin. Yanî Tirkiye bi êrişên xwe nikare tirsê bixîne nava gelê herêmê. Êdî tirs li herêmê hatiye şikandin. Dema tirs bê şikandin welatî çareseriyê ji koçberiyê nabînin û berxwedanê didin ber çavan. Jixwe piştî êrişan hemû qadên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hemû welatî daketin qadan û ev yek şermezar kirin. Ne tenê kurd, kurd ereb, suryan û tirkmen bi hev re ev yek şermezar kirin. Di dema merasîma şehîdên Qamişlo de jî ev peyam dan ku tu bi kuştinê nikarê me qîr bike û hezên me bişkînê. Em dikarin bêjin ku hemû pêkhateyên herêm armanca dewleta tirk fehm kirinê û berovajî armanca Tirkiye hemû daketin qadan û ev yek jî peyamek li dijî êrişên Tirkiyeyê bûn."    'ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YÊN ÎSRAÎL DERBAS KIRINÊ'   Îbrahîm bi bîr xist ku di şerê navbera Îsraîl û Filistînê de hikûmeta Tirkiyeyê dewleta Îsraîlê ji ber êrişên li nexweşxaneyan şermezar dikir û got ku êrişên Tirkiyeyê li herême yên Îsraîlê derbas kirine. Îbrahîm bi lêv kir ku Tirkiye hêze ji bêdengiya qada navneteweyî digire û axaftina xwe wiha domand: "Di dema şerê Îsraîl û Fîlistînê de rêveberên hikûmeta Tirkiye û Serokkomarê wê derdiketin digotin, 'Îsraîl nexweşxaneyan û binesaziyê bombebaran dike û divê hesab bê pirsîn.' Lê dema em êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê û yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin ber hev ne tenê binesazî û cihên welatiyan hedef tên girtin, av li ser welatiyan tê qutkirin. Ev hemû êrişên li dijî mirovahiyê ne. Mixabin Erdogan jî ji bêdengiya qada navneteweyî sûd werdigire û êrişên xwe dimeşîne. Ji ber ku cîhan bêdeng e, ev êrişên li dijî mirovahiyê berdewam dikin."   'DIVÊ JI QADA NAVNETEWEYÎ DENGVEDANEKE XURT DERKEVE'   Îbrahîm diyar kir ku ji bo pêşî li êrişên Tirkiyeyê bên girtin divê di qada navneteweyî de dengvedaneke derkeve û wiha lê zêde kir: "Divê saziyên mafê mirovan ku li herêmê ne êrişên dewleta tirk ên li dijî mirovahiyê ragihînin qada navneteweyî. Her wiha divê dîplomasiyeke xurt li qada navneteweyî bê meşandin ku êrişên Tirkiyeyê yên li herême bên rawestandin. Tirkiye dema êriş dike dibêje ez êrişî li cihên leşkerî dikim, lê her kes dizane ku Tirkiye êrişî welatiyan dike. Divê ev yek zêdetir bê belav kirin ku rê li pêş van êriş û siyasta qirêj a Tirkiyeyê ya li ser herême bê girtin. Di qada navneteweyî de jî divê bertekek tund li dijî êrişên Tirkiyeyê bê nîşan dan ku êdî ev herêm bê parastin û gel bikare li ser axa xwe bijî."    Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li dijî êrişên Tirkiyeyê amade ye û got: "Di êrişên dawî de, li gel ev qas zirarê jî Rêveberiya Xweser di demeke kurt de binesaziya herême ji nû ve ava kir. Rêveberiya Xweser bi her awayî ji van êrişan re amade ye û amadekariyên wê li dijî van êrişan heye."   MA / Mahmût Altintaş