Girtiyên li herêma Marmarayê: Heya binpêkirinên li Îmraliyê bi dawî dibin dê greva me bidome 2023-12-28 09:21:59   STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Rezan Gezer ku serdana girtiyên di greva birçîbûnê de yên li girtîgehên herêma Marmarayê kir, diyar kir ku girtî di çalakiya xwe de bibiryar in û wiha got: "Girtiyan diyar kir ku heta binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê ji holê radibin dê çalakiya xwe bidomînin."   Di 10'ê cotmehê de bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de tê girtin û 34 meh in tu xeber jê nayê girtin, di asta cîhanî de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hat destpêkirin. Ji bo piştgiriya bi kampanyayaê re jî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32'yan de berdewam dike.    Em bi endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Rezan Gezer re ku bi girtiyên di girtîgehên herêma Marmarayê de greva birçîbûnê didomînin re hevdîtin kir, axivîn.    Gezer anî ziman ku wekî OHD du hefteyan carekê serdana girtîgehên herêma Marmarayê dikin û got: "Gotin û fikra hevpar a girtiyên di greva birçîbûnê de, bidawîbûna tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din e."   BINPÊKIRINA MAFAN   Gezer, der barê binpêkirinên mafan de yên girtî bi wan re rû bi rû dimînin, jî hin agahî parve kirin. Gezer, bal kişand ser wê yekê ku li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvriyê) bi taybetî girtiyên di greva birçîbûnê ya Hejmara 3'yan de bi tecrîda li ser tecrîdê re rû bi rû ne û got: "3 girtiyên di greva birçîbûnê de biribûn hucreyên cuda. Li hin cihan lêpirsînên disiplînê hatin destpêkirin û li hin cihan jî girtî ji hin çalakiyên civakî bêpar hatine hiştin. Bi taybetî li Girtîgeha Marmarayê mafê hewadariyê yê 4 saetan daxistine saetekê. Em wiha difikirin ku dê bi vî awayî hêdî hêdî pêleke lêpirsînê jî dest pê bike. Rêveberiya girtîgehê ewilî fikirî ku dê ev yek bêbandor be yan jî dê nedome, lê dema gav bi gav vîna kesên li wir dît, helwesta xwe ya li hemberî girtiyan jî hişk kir."   LÊPIRSÎNÊN DISIPLÎNÊ   Gezer, bal kişand ser helwesta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de û got: "Lijne bi gotina 'We ji rêxistinê talîmat girtiye û ji ber talîmatan hûn vê grevê dimeşînin' dest bi lêpirsîna disiplînê dike. Dibêje, 'Ji ber ku hûn karê girtîgehê û aramiya girtiyên din xera dikin em cezayê disiplînê li we dibirin.' Kesên ku 30 sal cezayê muebbedê an jî cezayê muebbeda giran li wan hatiye birîn, 3 caran mafê wan ê disiplînê heye. Dema sê caran ceza li wan bê birîn, nikarin sûdê ji berdana bi şertî bigirin an jî înfaza wan tim tê taloqkirin."    XWESTIN SEWQÎ ÎMRALIYÊ BÊN KIRIN   Gezer, diyar kir ku beriya destpêkirina greva birçîbûnê girtiyên li girtîgehên Marmarayê xwestine sewqî Îmraliyê bên kirin. Gezer, ragihand ku girtiyan têkildarî Îmraliyê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Wezareta Dadê jî dane û got ku armanca girtiyan ew e ku der barê binpêkirinên mafan de yên li hemberî Abdullah Ocalan û tenduristiya wî agahî wergirin.    Gezer, di dawiya axaftina xwe de got: “Tişta herî sereke ya ku girtiyan bi me re parve kir ew e ku heta binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê bi dawî nebin dê grevên birçîbûnê bidomin. Gotin ku rêveberiya girtîgehê çi qas bi ser wan de tê bila bê, lê dê greva xwe bidomînin."   MA/ Omer Îbrahîmoglû