15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-12-28 11:36:32   STENBOL - 15 kesên duh di dema daxuyaniya li Kadikoyê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJa) duh li pêşiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk a li nêzî Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê jî polîsan êriş kir, 15 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.    Binçavkiriyên ku bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a Civîn û Xwepêşandanan” hatin sûcdarkirin, piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.