Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê 2023-12-28 13:20:27   AGIRÎ - Endama Hîndekariyê ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Doç. Dr. Tûba Işik di bin wêneya merasîma cenazeyên kesên li Roboskê hatin qetilkirin de bi nivîsa “Dîmen pir xweş e, bila domdar be” parvekirina dijminatiya kurdan kir.    Serokê Komeleya Medya Civakî ya 2071 a Anatoliyayê Bekîr Tîryakî li ser hesaba xwe ya X’yê wêneya merasîma cenazeyên kesên di bombebarana Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn parve kir û wiha nivîsand: “Ha ji we re korîdor”. Piştî parvekirina Tîryakî gelek bertek hatin nîşandan. Hîndekara Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Doç. Dr. Tûba Işik jî di bin heman wêneyê de nivîsa “Dîmen pir xweş e, bila domdar be” nivîsand û parve kir.    PARVEKIRINÊN NIJADPEREST Û DIJMINANE   Gelek kesan bertek nîşanî parvekirina Tûba Işik a hêj jî wek Hîndekariya Endama Beşa Reklam û Têkiliyên Gel a Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê dike, dan. Parvekirina Işik ne ev tenê ye. Işik têkildarî nûçeya greva birçîbûnê ya Sabahat Tûncel jî wiha nivîsî: “Biryar daye ku zeîf bibe, em piştgiriyê didin te. Qet bernede”. Işik di bin nivîseke din a ser medya dijital jî vê şîroveya nijadperest kir: “Çawa har dibin? Em we hemûyan wisa bikin paket”