Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin 2023-12-28 14:31:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derhêner Mensûr Kerîmyan hate qetilkirin.    Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derhêner Mensûr Kerîmyan jî hate qetilkirin. Tevgera Çand û Hunerê a Mezepotamyayê (TEV ÇAND), Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Yekîtiya Hunermendan û Yekîtiya Rewşenbîran derbarê êrişan û qetilkirina Mensûr Kerîmyan de daxuyaniyek da çapemeniyê.   Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya gelek hunermend, rewşenbîr û sînamegeran hat dayîn.       TEV ÇANDÊ DAXUYANÎ DA   Endamê TEV-ÇAND’ê Aram Hesen daxuyanî xwend û bal kişand ku dewleta tirk a dagirker hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd û kurdistanê ava kiriye, ji ber wê jî tu pîvanên exlaqî û nirxên civakî nas nake. Aram destnîşan kir ku dewleta tirk bi feraseteke faşîst, qirker, dagirkeriyê êrîş dike û êrîşên dawiyê yên li ser herêmê jî wekî parçeyek ji vê ferasetê pênase kirin.    Aram Hesen bi bîr xist ku dagirkeran navendên gel ên jiyanî, xizmetguzarî û bînezasiyê bombebaran kirine, di van êrîşan de gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane.   Aram Hesen da zanîn ku yek ji kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye jî kedkarê çandê sînemager Mensûr Kerîmiyan e.   Aram Hesen diyar kir ku Mensûr Kerîmyan ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi serhildêriya xwe tê nasîn e û derbarê Kerîmyan de ev agahî parve kirin: “Mamoste Mensûr Kerîmyan jî li ser vê çanda berxwedêr mezin bû. Li çar parçeyên Kurdistanê bi hestên welatparêziyê xizmeta hunera Kurdistanê kir. Di çêkirina fîlmên Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê û Evîna Kurd de cihê xwe girt. Herî dawiyê ji ber zextên rejîma Îranê berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê.”   Endamê TEV-ÇAND'ê Aram Hesen di dawiya daxuyaniyê de biryardariya xwe ya şopandina rêya şehîdan vegot û ev peyam da: “Em ê bi afirandina hunera şoreşgerî, rûyê dijmin yê reş derxînin holê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”   Daxuyaniya ku wêneyên Sînemager Mensûr Kerîmyan hatin bilindkirin, bi dirûşmeyên “Bimre dagirkerî”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Rêber Apo” bidawî bû.