‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’ 2023-12-28 16:09:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên li Amed, Wan, Îzmîr û Mêrsînê Nobeta Edaletê didomînin, anîn ziman ku dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin.    Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li Wan, Amed, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin bi serdanên piştevaniyê didomin.    WAN    Nobeta Edaletê ya li Wanê ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 24’an de berdewam kir. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qelqeliyê, Komeleya Lêkolînên Çand, Huner û Ziman (ARSÎSA), Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê (GOÇ-DER’a Serhedê), şêniyên Taxa Hafiziye ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin.    Hevserokê DEM Partiya Qelqeliyê Bûrhan Atmaca yê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’Ê Abdullah Ocalan û giriyan qebûl nakin û anî ziman ku divê gel li dor nobetê bibe xelek û got: “Hevalên me di girtîgehê de ne û di bin tecrîd û zextan de ne. Em weke gel divê li dora wan bibin xelek.”   Piştî axaftinan dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    MERSİN    Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê li avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê hatiye destpêkirin jî di serî de Meclisa Dayikên Aştiyê bi tevlibûna gel di roja 25’an de berdewam kir. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Şemsa Acar a di nobetê de cih girt wiha axivî: “Armanca me ya ewil a runiştina me ya li vir Serokê me ye. Heta ku Serok û girtiyên me li wir bin em jî dê li vir vin. Heta ku em bêhnê bistînin em ê piştgiriya wan bikin. Em ê serbikevin.”   ÎZMÎR   Nobeta Edaletê ku Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya EGE’yê (EGE TUHAYDER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbatên girtiyan, li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir. Li eywana çalakiyê bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em ê tecrîdê bişikînin, ji bo aştî û demokrasiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Rêxistinên sivîl ên civakî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin.    Dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîme Poyraz a di nobetê de axivî, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha got: “Destûr nayê dayîn ku birêz Abdullah Ocalan 3 sal in bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li dijî vê yekê girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin. Divê daxwaza girtiyan were bicihanîn û tecrîd were rakirin.”   AMED    Nobeta Edaletê ya Amedê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 25’emîn de bi serdanên piştevaniyê berdewam kir. Rêveberên MED TUHAD-FED’ê, DEM Partiyê û dayika Cîhan Gokalp ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Erziromê tê ragirtin, Bîrgul Gokalp tev li bû.    Çalakvanan li eywana ku pankartên “Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê bişikînin û deng bidin zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyeke civakî em ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin” pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.    Di dema çalakî berdewam dikir de Cîhan Gokalp bi telefonê li dayika xwe geriya. Gokalp ê anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê çalakiyê dikin, banga hestiyariyê li herkesê kir û wiha got: “Divê herkes li dora vê çalakiyê bibe xelek. Divê gelê me di rêya birêz Ocalan de bimeşe. Divê gelê kurd xwe nas bike. Cihê çareseriyê diyar e.”   Dayika girtî Gokalp jî wiha got: “Heta ku tecrîd neyê rakirin û zextên li girtîgehan bi dawî nebin dê çalakiya me berdewam bike.”   Çalakî tevahiya rojê bi klamên malbatan gotin û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.