Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket 2023-12-28 18:09:48   KOCAELÎ – Rûşan Erdem ku piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket, li ber deriyê girtîgehê got: "Hêleke me her tim têkoşîn e."    Rûşan Erdem ku gava xwendekara Zanîngeha Dîcleyê bû di sala 2011'an de bi îdiaya "li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat girtin, piştî 12 sal û 7 mehan ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê derket.   Malbata Erdemê, Dayikên Aştiyê, rêveberên MATÛHAY-DER'ê û gelek kesan Erdemê li ber girtîgehê bi çepik, tilîlî û kulîlkan pêşwazî kirin.   Erdemê gava ji girtîgehê derket, li ber deriyê girtîgehê axivî û got: "Hêleke me her tim têkoşîn e."