ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-29 09:00:27   * Piştî ku mûçeya kêmtirîn hat diyarkirin, mûçeya malnişînan bû cihê meraqê. Welatiyên ku diyar kirin ew nikarin debara xwe bi mûçeya malnişîniyê bikin, xwestin ku sînorê xizaniyê li ber çavan bê girtin.   * Ji girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê dest bi greva birçîbûnê kirin Cevdet Şenlîk got: "Heta ku em Rêberê xwe azad nekin em ê paşde gav naevêjin."   * Girtiyê bi navê Îsmet Karak ê ku navê apê xwe yê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da girt, tev li greva birçîbûnê ya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hat destpêkirin, bû.   * Cemîle Karakaş a ku her roj li 3 wesayiyan siwar dibe û diçe tev li Nobeda Edaletê dibe, anî ziman ku ev yek ji bo wê "meseleya wijdanê" ye.   * Dozên xebatkarên tenduristiyê Abdûlezîz Yural, Şeyhmus Dûrsûn û Eyub Ergen ên di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de hatin qetilkirin, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li benda biryarê ne. Malbatên ku gotin "Dewletê ew qetil kirin" bertek nîşanî necezakirina berprisan dan.    * Polîtîkayên desthilata AKP'ê ku xizmeta tenduristiyê veguherandin tiştekî bazirganiyê, bûn sedem ku di salekê de hezar û 964 bijîşk derkevin derveyî welêt û zêdeyî 9 hezar xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê bên.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Stenbol, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê hatiye destpêkirin, berdewam bike. (11.00-17.00)   *Şaxên Egîtîm Sen’ê yên Îzmîrê dê têkildarî navlêkirina Esat Oktay Yildiran a li dibistaneke Bûcayê û rakirina pişt re dê şaxa hejmara 1’an a sendîkayê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê dê bi boneya salvegera Komkujiya Roboskê li Parka Ozgur Çocûkê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)