Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da 2023-12-29 09:03:51   STENBOL - Cemîle Karakaş a ku her roj li 3 wesayitan siwar dibe û diçe tev li Nobeda Edaletê dibe, anî ziman ku ev yek ji bo wê "meseleya wijdanê" ye.   Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li qada navneteweyî hatibû destpêkirin, bi çalakiyên cihêreng dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a ji 27’ê Mijdarê ve ji aliyê girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ve hat destpêkirin jî di roja 33’yan de û  Nobeta Edaletê ya ji bo piştgiriya li greva birçîbûnê li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan, Stenbol û Îzmîrê dest pê kir, didome.    Cemîle Karakaş a ku her roj saet di navbera 11.00-17.00’an de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bagcilar a Stenbolê tev li Nobeta Edaletê dibe, têkildarî çalakiyê axivî.   MESELEYA WIJDANÊ   Kurê Cemîle Karakaşê Hamgîn Karakaş li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolvadîna Afyonkarahîsarê di greva birçîbûnê de ye. Cemîle Karakaşê a ji bo daxwazên kurê wê û girtiyên din bên qebûlkirin 13 roj in di Nobeta Edaletê de ye. Cemîle Karakaş çendî nexweş e jî her roj tev li çalakiyê dibe. Karakaşê ku ji Şîrînevlerê tê Bagcilarê, ji bo tev li Nobeda Edaletê bibe her roj li 3 wesayîtan siwar dibe. Karakaşê got ku ev mesele ji bo wê meseleya wijdanê ye. Karakaşê diyar kir ku wê hemû karên xwe yê nava rojê daye aliyekî û tev li nobedê bûye û wiha got: “Zarokên min li malê hene. Di nava rojê de gelek karên min hene, lê dîsa jî têm vir. Zarokên me li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Ez ji aliyê exlaqî ve ji vê rewşê bêzar im. Ev ne tenê ji bo kurê min, ji bo hemû zarokên me jî wisa ye. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Kurê min pir nexweş û zihîf e. Tevî vê yekê jî li girtîgehê li ber xwe dide."   JI BO PIŞTGIRIYÊ BANG KIR   Karakaşê anî ziman ku roja dest bi nobedê kirin heya niha partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên girseyî piştgirî dane wan û got ku ew bi van serdanan hem ew kêfxweş dibin hem jî baweriya wan a bi têkoşîna wan xurttir dibe. Karakaşê bilêv kir ku heta daxwazên zarokên wan tên qebûlkirin dê çalakiya nobedê bidomînin û wiha got: “Ji her tiştî re çareyekê dibînin, çima ji vê rewşê re çareyekê nabînin? Em êdî naxwazin tu dayik bigirîn. Em hîn zêdetir piştgiriyê dixwazin, em li bendê ne ku bêtir kes beşdar bibin. Bila ev çalakî li her derê dest pê bikin."    Karakaşê diyar kir ku di sala 2021’ê de jî ji bo berdana girtiyên nexweş çalakiya Nobeta Edaletê hatiye lidarxistin û ew tev li wê çalakiyê jî bûye û wiha got: “Me 11 mehan her pêncşem tevî 5 dayikan Nobeta Edaletê girt. Her pêncşem li me dixistin û em binçav dikirin. Gelek îşkence li min kirin. Carekê dema ez hatim binçavkirin 9 kelepçe li destê min dan. Niha hem di mil û hem jî di çokên min de nerihetî heye. Li gel vê zextê jî min tu carî dest ji têkoşînê berneda. Berxwedana me bi ser ket. Zexta li ser wan hinekî sist bû. Me tevî her tiştî jî li ber xwe da."   ‘EDALET DIVÊ JI BO HER KESÎ BE'   Karakaşê ji bo zarokên xwe doza edaletê kir û got: “Li vî welatî divê her kes wekhev be. Em kurd mafên xwe, ziman û nasnameya xwe dixwazin. Zarokên me mafên xwe dixwazin. Divê edalet ji bo her kesî be. Çareseriya her tiştî heye. Çima ji tecrîdê re çareyeke nayê dîtin?"   ‘JI BO OCALAN ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN'   Endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên xwe Wenda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) Necmettîn Toptamûr ku ji bo piştgiriyê hat cihê çalakiyê, diyar kir ku li gelek deverên cîhanê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin û wiha got: “Ji bo birêz Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin. Ev ne tenê daxwaza me ye, daxwaza gelê kurd e jî. Ev daxwaz ev e; azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê. Ger ew nebe em jî nabin. Ger birêz Ocalan ji vê esaretê rizgar bibe dê aştî bê cîhan û Rojhilata Navînê. Ji ber vê em vê tecrîdê û tiştên li girtîgehan diqewimin qebûl nakin. Em ê li vir nobeda xwe bidomînin."