Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin 2023-12-29 11:16:39   STENBOL - Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay, li qereqola ku ji bo teblîxata derbarê wî de bigire çûyê hate binçavkirin.     Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay, li qereqola ku ji bo teblîxata derbarê wî de bigire çûyê hate binçavkirin. Karabay ê hate binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Stenbola ya li Fatîhê. Parêzerê Karabay ê sedema binçavkirina wî nehate zanîn li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ji kengî ve kesên di bin çavan de nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin? Hêvî dikim ku ji bin vê pêkanînê mûameleya nebaş dernakeve.”