Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye 2023-12-29 12:49:06   ŞIRNEX - Dorpêça leşkeran a li gundê Hespistê 9 roj in berdewam dike.    Li gundê Hespist ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi hinceta “îxbar heye” di 21’ê kanûnê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, ketin û derketina wî hatibû qedexekirin û gund hatibû dorpêçkirin. Dorpêça leşkeran a li gund 9 roj in didome.    Leşker di nava gund û ketina gund de bi cih bûne û konên xwe vedane. Gundiyên ku her roj di GBT’ê re tên derbaskirin, ji rewşa heyî aciz in û banga hestiyariyê dikin.