Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin 2023-12-29 14:53:13   ÎZMÎR - Egîtîm Senê xwest ku kesên di lêkirina navê Esat Oktay Yildiran a li dibistaneke Bucayê ya Îzmîrê de berpirsyartiya wan heye bên cezakirin.    Li dibistana seretayî ya gundê Belenbaşi ya navçeya Buca ya Îzmîrê navê Esat Oktay Yildiran hate kirin ku piştî darbeya 12’ê Îlonê bi îşkenceyên xwe yên li Zindana Amedê tê naskirin. Lê piştî bertekan, Wezareta Perwerdehiyê ya neçar ma daxuyaniyê bide diyar kir ku lêkirina nav “xetayeke” û nav ji tabelayê rakiribû.    Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) yên Îzmîrê, her çiqas nav ji tabelayê hatibe rakirin jî ji bo ji Wezareta Perwerdehiyê re bên şandin daxwazname pêşkeşî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr kirin û xwestin berpirsyar bên cezakirin.    Berdevkê Demê yê Şaxên Egîtîm Sen’ê Bulent Karakaş ê di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Hejmara 1’an a sendîkayê têkildarî mijarê hate dayîn de axivî, bi lêv kir ku nayê qebûlkirin ku navê îşkencekaran li dibistanan bê kirin.     ‘LI SER ŞOPA DARBEKAR Û ÎŞKENCEKARAN E’   Karakaş, destnîşan kir ku “Şerm e” ev nav di merasîmeke fermî ya ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê ve hat organîzekirin de hatiye dayîn û wiha got: “Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ku yek ji cihên destpêkê ye ku di dema 12’ê Îlonê de tê hişê mirov, weke navenda îşkencekarên hov tê zanîn. Kesên îdia dikin ku di her firsendê de ji darbeyan û darbekaran re hesab pirsîne, bi dayîna navê kesekî li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê bi îşkenceyê tê nasîn a li dibistaneke Îzmîrê, nîşan dan ku li ser şopa darbekar û îşkencekaran diçin.”   ‘BILA BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN’    Karakaş, anî ziman ku di dema nav guhertinê de li dijî “Rêgeza Vekirin û Girtina Saziyê û Navlêkirinê” ya Wezareta Perwedehiyê hatiye tevgerîn û wiha berdewam kir: “Benda a ya fiqreya 1’emîn a xala 15’emîn ku rayeya navlêkirina saziyê ya vê regezê sererast dike dibêje ku ‘Li pêşdibistan û dibistanên seretayî girêdayî Komîsyona Perwerdehiyê ya Bajêr walîtî biryarê dide’. Ji ber vê yekê weke Şaxên Egîtîm Senê yên Îzmîrê em dixwazin ku kesên di pêvajoya guhertinê de di komisyonê de cih girtine Û biryar dane bên diyarkirin û derbarê wan de lêpirsîn bên destpêkirin û ji aliyê îdarî û edlî ve cuda cuda bên cezakirin.”     Karataş ê diyar kir ku guhertina navê dibistanê ya weke Dibistana Seretayî ya Belenbaşiyê bi tena serê xwe tê re nake, destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku bi hişê civakê re henekên xwe bikin û ev tişt gotin: “Navlêkirina dibistanekê ya kesekî pêkanînên derveyî mirovahiyê kirine, wijdana civakê birîndar kiriye. Ji bo ku aştiya civakî ya pêdiviya me pê heye were avakirin û wijdana civakê piçekê rehet bibe daxwaz dikin ku kesên nav li dibistanê kirine werin cezakirin.