Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket 2023-12-29 15:10:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebaran dewleta tirk a li dijî Qamişloyê de xisareke mezin gihiştibû Dibistana Lehdo Mesûd û dibistan ji xizmetê derket.    Dewleta tirk di 25’ê kanûnê de li dijî gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîn. Di êrişan de nexweşxane, dibistan, febrîqe û tesîsên petrolê hedef hatin girtin. Di encama êrişên li dijî Qamişloyê de xisareke mezin gihişt 3 dibistanên li nêzî cihê êrişan.    ANHA’yê; dîmenên Dibistana Îbrahîm Henano, Dibistana Lehdo Mesûd û Dibisstana Bint Cibêlê kişand. Ji van dibistanan Dibistana Lehdo Mesûd ji xizmetê derket.    Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  da zanîn ku di encama êrişên dewleta tirk ên di navbera 23-25’ê kanûnê de li herêmên Cizîr, Firat û Efrîn/Şehbayê 712 dibistanan karûbarê perwerdeyê daye sekinandin û 89 hezar û 418 xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê hatine mehrûmkirin.