Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê 2023-12-29 15:15:32 WAN - Nûçegihanê ajansa me Hakan Yalçin ê bi hinceta lêpirsîneke derbarê wî de hatiye destpêkirin hate binçavkirin, bibin Meletiyê.    Nûçegihanê ajansa me Hakan Yalçin îro danê sibehê di encama serdegirtina mala wî ya li Wanê de hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku Yalçin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de bi xebatên xwendekariyê yên dema li Meletiyê dixwend tê sûcdarkirin. Hate diyarkirin ku di encama îfadeyên şahidê vekirî de bi Yalçin re Baran Tûncel û Rojbîn Dogan ên wê demê xwendekar jî hatine binçavkirin.    PARÊZERA WÎ PÊ RE HEVDÎTIN KIR   Parêzera Yalçin, Ebrû Demîrtepe ya li Miduriyeta Polîsan a Wanê bi Yalçin re hevdîtin kir, anî ziman ku li ser îfadeyên şahid dosya hatiye vekirin. Demîrtepe, da zanîn ku dê Yalçin di nava rojê de bibin Meletiyê û bi lêv kir ku rewşa wî ye baş e.    TÊ PAYÎN KU DÊ BIBIN MELETIYÊ    Tê payîn ku Yalçin îro bibin Meletiyê û li vir îfadeya wî were wergirtin.