‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’ 2023-12-29 17:09:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji çalakgera Nobeta Edaletê ya li 6 bajaran berdewam dike Dayika Aştiyê Zekiye Kaya wiha got: “Bi Ocalan re tenê 30 deqîqeyan were axaftin dê aştî û çareserî wê kêliyê were avakirin” Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî ji bo ku dengê aştiyê were bilindkirin herkes vexwend Nobeta Edaletê.    Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, bi çalakiyên “Nobeta Edaletê” berdewam kir. Kesên ku li Îzmîr, Stenbol, Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê di nobetê de cih digirin û kesên ku ji bo piştgiriyê serdana wan kirin, bang li herkesê kirin ku ji bo li Tirkiyeyê aştî were avakirin li pişt daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bên cemhev.   ÎZMÎR   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiya Nobeta Edaletê ya li nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Egeyê tê girtin, domand. Îro jî çalakvanan bi pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û dest bi nobetê kirin.    Li eywanê jî bi kurdî û tirkî pankartên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyeke demokratîk em ji zindanan re bibin deng” cih girtin.    Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û Menemenê, rêveberên Şaxên OHD’ê û ÎHD’ê yên Îzmîrê serdana Nobeta Edaletê kirin. Dayika girtî Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê 15 sal in tê ragirtin û di çalakiya nobetê de cih digire Sûltan Yagmekan, xwest ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên meşandin bi dawî bibin. Yagmekan, bi lêv kir ku weke malbatên girtiyan dê ji polîtîkayên tecrîdê re bêdeng nemînin û wiha got: “Heta ku ji Abdullah Ocalan dengek were em ê li vir birûnin. Em dixwazin gel piştgiriya me bike û were vê derê. Em dixwazin dayikên ku zarokên wan ne di girtîgehê de ne jî bên vir, bila ew jî piştgiriyê bidin.”   Çalakvanan di nobetê de her tim klam gotin.      MÊRSÎN     Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî di roja 26’emîn de li avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê berdewam kir. Parlamenterên DEM Partiyê Alî Bozan û Kamûran Tanhan di nava rojê de hatin avahiya komeleyê û ji bo piştgiriyê serdana çalakgeran kirin.    Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan ê li vir axivî, diyar kir ku tecrîdeke ku di cîhanê de mînaka wê nîne li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 34 meh in agahî jê nayên girtin tê sepandin û bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê ketiye meriyetê îro li hemû civakê hatiye belavkirin. Tanhan anî ziman ku tam jî ji ber vê yekê li girtîgehan ji bo tecrîd were rakirin çalakiya grevar birçîbûnê hate destpêkirin.   Tanhan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Banga me li herkesê ye ku bên tev li Nobeta Edaletê bibin û piştgiriyê bidin me. Deng bidin dengê aştiyê yê ku ji vir bilind dibe. Fikrên Ocalan ne tenê ji bo kurdan tenê ne, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn in.”   Piştî axaftinên hatin kirin çalakvanan bi yek dengî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    EDENE   Nobeta Edaletê ya li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene û Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 26’an de berdewam dike. Li eywana ku nobet lê tê girtin pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin ji bo aştiyeke demokratîk em ji zindanan re bibin deng” cih girt. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê yên serdana Nobeta Edaletê kirin, di peyama ku dan de anîn ziman ku ji bo aştî were Tirkiyeyê divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî were berdan. Çalakvanan û kesên tên serdana nobetê klam gotin.   WAN     Li Wanê jî çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê de hatiye destpêkirin, 25 roj in berdewam dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di nav de gelek kesan îro serdana Nobeta Edaletê kirin.    Di nobeta ku li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr didome de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    ‘ÊDÎ TEHAMULA ME NEMA’   Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ya piştgiriya Nobeta Edaletê kir, xwest ku çalakiya wan bibe wesileya aştî û azadiyê. Kaya, bi lêv kir ku dayikên kurd bi salan de li dijî zext û zilmê deng derdixînin lê dewletê ji vê re guhên xwe girtine û got: “Ne gelek zehmet e ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Em saetek, du an jî sê saetan ji wan naxwazin. Bila tenê bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin were kirin, dê aştî û çareserî wê kêliyê were avakirin. Ocalan yekane mifteya aştiyê ye. Êdî tehamula me nema, em aştî û edaletê dixwazin.”   BANG LI WEZARETA DADÊ KIRIN     Kaya, di vê mijarê de bang li Wezareta Dadê kir û ev tişt gotin: “Em şer û mirinê naxwazin. Wezareta Dadê çima gavekê naavêje? Bila ew jî ji bo aştiyê gavekê biavêjin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Divê herkes ji ber vê yekê rabe ser piyan. Ji 7 heta 70 salî ji bo vê berxwedanê gavekê biavêje. Em berxwedana zindanan û birêz Ocalan silav dikin.”   AMED Yek ji bajarê din ku Nobeta Edaletê lê didome jî Amed e. Çalakiya nobetê ya di pêşengtiya TUAY-DER’a Amedê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê hate destpêkirin di roja 26’emîn de berdewam dike.    Dayikan di çalakiyê de pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Gelek kesan di nava rojê de serdana çalakiyê kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û stranên kurdî hatin gotin.    ‘JI FIKRÊN SEROKÊ ME DITIRSIN’    Yek ji çalakgera di nobetê de Salîha Nakçi wiha got: “Demekî dirêj e li ser Serokê me tecrîd heye. Çend meh in destûr nayê dayîn ku bi parêzeran re hevdîtinê bikin. Serokê me di çi rewşê de ye em nizandin. Heke tecrîda li ser Serokê me rabe dê her der xweş be. Tirk vê yekê ji me baştir dizanin. Ji fikrên Serokê me jî ditirsin. Ne tenê tecrîda Tirkiyeyê, tecrîda cîhanê li ser me heye. Ji ber ji Serok Apo ditirsin wisa dikin.”   STENBOL    Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî di roja 17’emîn de berdewam kir. Cihê çalakiya ku di pêşengtiya Marmara TUHAY-DER’ê de hatiye destpêkirin hate guhertin û bû Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê.    Li eywana çalakiyê bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, ji zindanan re bibin deng” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, em ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan jî pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.    Serdanên ji bo nobetê tevahiya rojê berdewam kirin. Di çalakiyê de her tim klam hatin gotin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    BI KLAMÊN XWE MORALÊ DIDE ÇALAKVANAN   Dengbêj Muzaffer ê 75 salî ku di nav kesên serdanan nobetê kirin de cih girt, da zanîn ku ji ber nexweşê wî heye ji Êlihê hatiye Stenbolê û ji roja çalakî dest pê kiriye ve hem serdana xizmê xwe yê li nexweşxaneyê dike hem jî serdanan nobeta edaletê dike.     Dengbêj Mûzaffer, diyar kir ku ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re tişta ji destê wî tê dike û anî ziman ku bi gotina klaman û vegotina çîrokan piştgiriyê dide çalakvanan. Mûzaffer, destnîşan kir ku divê kurd di serdemeke wiha de xwedî li êkudu derkevin û got: “Heke di rojên wiha de kurd nebin yek ne aştî pêk tê ne jî yekitî. Divê ev xwedî derketin ne tenê ji bo kurdan be. Ji bo aştî û xwişk û biratiyê divê dayik û bavên leşkeran jî piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”