Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-12-29 17:53:02   SÊRT - Siyasetmedarên DBP û DEM Partiyê yên li Sêrtê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.    Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê Ferhat Başkûrt, Mûazzez Bûlga û endamên Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Maşallah Erbey û Ahmet Îstek û Hevseroka DEM Partiyê yên Navçeya Navendî Rahîme Kaysî, Rêveberên DEM Partiyê yên Sêrtê Takyedîn Alver, Kiymet Mût û Elîf Akan ên duh êvarî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê îfadeya wan hat girtin.   Siyasetmedar piştî îfadeyê serbest hatin berdan.