ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-30 09:00:00   * Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Emran Emekçî diyar kir ku polîtîkayên leşkerî û ewlekariyê yên di pirsgirêka kurd de êdî encamekî nadin û wiha got: “Ji bo vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê, sala 2024’an guncav e. Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.”    * Pergala darazê ku roj bi roj vediguhere amûreke zextên mezin a li ser civakê, di sala 2023’yan de bû amûra herî bikêr a desthilatê. Di nava salê de, daraz hema bêje veguherî "Buroya Hiqûqê ya AKP-MHP'ê".   * Aktivîsta TJA'yê Xecê Şen diyar kir ku kampanyaya "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" bûye hêvî ji bo jinan û got: "Armanca me ew e ku em di jiyaneke azad û wekhev de, di navbera hemû beşên civakê de ahengekê çêbikin û bi guherandina ferasetê re avakirina fikreke wekheviyê û bi vî awayî jî afirandina civakekê ji tundiyê xalî."    * Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derhênerê dîmenê Mensûr Kerîmeyan jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Komîna Fîlm a Rojavayê Nûman Yîgît derbarê Kerîmiyan de wiha got: “Mensûr hem evîndarê gelê xwe hem jî evîndarê hunera gelê xwe bû.”     * Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a ÎTO’yê Doç. Dr. Mûrat Ekmez destnîşan kir ku greva birçîbûnê xesarên mayînde li ser tenduristiya girtiyên dikevin greva birçîbûnê ava dike û anî ziman ku divê raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk ên civakî li dijî pergala tecrîdê ya vediguhere îşkenceyê derkevin.    * Dema zarokên cêwîk ên Salîha Îlhan a 74 salî yek rojî bûn di encama şewitandina gundê wan de hatin qetilkirin. Kurekî wê 30 salan girtî ma, kurê wê yê din ê bi darê zorê leşkerî kir jî ji ber zexta lê hate kirin êdî nikare biaxive. Îlhan a hêj keça wê girtî ye wiha got: “Ez ne poşman im, hemû kedên min dane helal bin.”   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li 2’yemîn Kongreya Asayî ya Bedlisê ya partiya xwe bibe. (10.00) ZINDΠ   * Nobetên Edaletê yên di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî dê têkildarî rojeva jinan li buroya şewirmendiyê ya partiya xwe ya li Amedê daxuyaniyê bide. (11.00)    * Ji bo girtiyên nexweş dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê daxuyanî were dayîn. (13.00)    * Li Stenbol, Amed, Êlih û navçeya Gever a Colemêrgê dê çalakiyên malbatên windakiriyan û Dayikên Şemiyê berdewam bike. (12.00-13.00)