Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir 2023-12-30 18:56:50   ŞIRNEX- Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê Hespist ê ku di bin dorpêçe de ye kir.   Li gundê Hespist ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê ku ev 10 roj in di bin dorpêça leşkeriyê de ye, şandeya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Hezexê ku parlamentera bajêr Newroz Ûysal Aslan jî di nav de, serdana gund kir. Şande bi gundiyan re civiya û guh li pirsgirêkên wan kir. Gundiyan diyar kir ku roja ewil leşkeran bi ser malên wan de girtine û dan zanîn ku ji ber rewşa awarte zehmetiyê dikêşin.    Piştî hevdîtinê şande ji gund çû.