Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike 2023-12-31 09:01:03   MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi hinceta "zêde ne" hin mal û milkên şaredariyê dewrî walîtiyê kirine û di bin navê "alîkariyê" de jî bi milyonan pere dan şaredariyê AKP'î.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Tûncay Akkoyûn û rêveberiya wî, beriya hilbijartina xwecihî ya 31'ê adara 2024'an bi demeke kurt, çavkaniyên şaredariyê dewrî şaredariyên AKP'î dike.    Qeyûm, erse û avahiyên aîdî şaredariyê bi hinceta "pêdivî bi wan tune ye" radestî Midûriyeta Şopandin û Koordînasyona Veberhênanê (YÎKOB) a girêdayî walîtiyê kir. Îdareya qeyûm li Taxa Şehîdiye ya Artûklûyê mal û milkên aîdî şaredariyê wekî "ofîsa turîzmê" û "qada civakî" dewr kirin. Li taxên Diyarbakir Kapi û Saraçoglû yên Artûklû û Taxa Cevîzpinar a Dêrikê milkên şaredariyê bi hinceta "wekî avahiya xizmetê" û "tesîsa cemaweriyê ya civakî" bên bikaranîn dewrî YÎKOB'ê kir.    PEREYÊ ŞAREDARIYÊ LI ŞAREDARIYÊN AKP'Î BELAV DIKE   Rêveberiya qeyûm, her wiha ji budçeya şaredariyê bi milyonan pere di bin navê "alîkariyê" de dan şaredariyên AKP'î. Qeyûm, 5 milyon TL ji Şaredariya Mehsertê re; 10 milyon TL ji Şaredariya Midyadê re şand. Rêveberiya qeyûm, parast ku bi hinceta "ev pere ji bo projeyên ji ber bêperetiyê nehatine çêkirin bên çêkirin" şandiye.    ÊN BERÊ HATIBÛN DEWRKIRIN   Qeyûm meha borî jî Baxçeyê Miletê yê Kamorê ku di dema qeyûm Mûstafa Yamanê bi milyonan TL gendelî û nelirêtî kiribû hatibû çêkirin, dewrî xezîneyê kiribû. Her wiha eraziyekî 2 hezar û 26,41 metrekare yê li Taxa Diyarbakir Kapiyê jî bi hinceta "zêde ye" dewrî YÎKOB'ê kiribû.    Ji bo karên di nava bernameya xebatê ya Şaredariya Kerboran û Şaredariya Midyadê yên di destê AKP'ê de jî ku bi hinceta "pere tune ye" nehatin kirin, ji bo her yekê ji wan 10 milyon TL di bin navê "alîkariyê" de hat şandin.    MA / Ahmet Kanbal