Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin 2023-12-31 09:58:36   COLEMÊRG - Xizmên girtiyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin: "Ger hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin, dê pirsgirêk di hevdîtina ewil de çareser bibin û êdî xwîn nerije."    Li Îzmîr, Stenbol, Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin û 34 meh in tu xeber jê nayê girtin, "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Xizmên girtiyan ên li navçeya Gever û Şemzînan ên Colemêrgê, bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan û gotin ku dê bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirsgirêk çareser bibin.   ‘DIVÊ HEVDÎTIN BI OCALAN RE ÇÊBIBE'   Rafya Geylanî, dayika Mûstafa Geylanî (52) ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê girtî ye û 25 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên li welêt nehatine çareserkirin zarokên wan ketine greva birçîbûnê. Geylanî anî ziman ku di her grevên birçîbûnê de nexweşîn li girtiyan peyde dibin û got: “Ji ber grevên birçîbûnê gelek organên girtiyan zirarê dibînin. Lê dîsa jî ji bo çareseriyê ketin grevê. Divê rayedarên dewletê demildest ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibînin û birêz Ocalan bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike."   Geylaniyê diyar kir ku ger bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dê pirsgirêkên aborî û siyasî yên li welêt bên çareserkirin û wiha got: “Eger bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin, wê xwîn nerije. Dê her tişt di hevdîtina yekem de çareser bibin."    Geylaniyê anî ziman ku piştî ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye zext zêde bûne û got: “Hemû eşyayên girtiyan tên desteserkirin û bi awayekî keyfî bi ser odeyên wan de tê girtin. Girtî ji ber ku tecrîd û zextên li girtîgehê qebûl nakin dest bi greva birçîbûnê dikin. Zarokên me dibin girtîgehên dûrî me. Hevjînê min ev nêzî 5 sal in nikare kurê xwe bibîne. Bila dawî li vê zextê bînin û demildest bi Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin û rê li ber çareseriyê vekin."   ‘BÊDENGÎ DÊ BIBE SEDEMA MIRINÊ'   Muhsîma Yaşar ku 2 keçên wê girtî ne, ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan banga hestyariyê kir. Muhsîma Yaşar, dayika Dilgeş Yaşar a 8 sal in li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê girtî ye û Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku ji wezîfeyê hat dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, got: "Eger em bêdeng bimînin wê bêdengî bibe sedema mirinê."   ‘BILA ŞANDEYEKÊ BIŞÎNIN ÎMRALIYÊ'   Yaşarê bang li hemû derdorên civakê yên xwedî wijdan û dibêjin "em mirov in" kir û got: “Divê şandeyekê bişînin Îmraliyê û rewşa kesên li wir bibînin. Bi şandeya ku dê biçe Îmraliyê dê zarokên me dawî li greva xwe bînin û rêya çareseriyê vebe. Divê hemû dewlet, gel û rayedar bertek nîşanî vê rewşê bidin û ji bo mirin çênebe çareyekê bibînin. Weke dayîk em her tim daxwaza aştiyê dikin û em vê daxwaza xwe careke din ?dubare dikin."   BANGAWAZÎ   Yaşarê bal kişand ser Nobeda Edaletê ya ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kiriye û got ku divê hemû welatparêz û parêzvanên mafên mirovan û bi taybetî malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiyê. Yaşarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes xwedî li nobedê derkeve. Divê kes malbatên girtiyan bi tenê nehêle. Yên ku xwe li bêdengiyê deynin, dê sibê heman tişt bê serê wan jî. Ji ber vê sedemê pêwîst e her kes beriya mirina piştgiriyê bide vê çalakiyê. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bêdeng nemînin."