Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan 2023-12-31 12:05:21   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dan zanîn ku sepanên keyfî yên li girtîgehê roj bi roj zêdetir bûne û bang li parlamenteran kkirin ku biçin serdana girtîgehê.    Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê bi biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê  (ÎGK) ku tehliyeya girtiyan taloq dike di rojevê de ye. Di heman demê de binpêkirinên li dijî girtiyan li vê girtîgehê derketine lûtkeyê. Şert û mercên vê girtîgehê roj bi roj girantir dibin û di serî de mafê tenduristiyê, gelek binpêkirin li dijî girtiyan tên kirin. Alî Koç, Hakki Aygun, Mûrat Tekîn û Suleyman Tatar ku li girtîgehê tên ragirtin, bi rêya parêzerên xwe ji ajansa me re peyamek şandin û sepanên li wan tên ferzkirin vegotin.    Ev du sal û nîvin tu girtî ji vê girtîgehê nehatine teyliyekirin û ji 26 girtiyan tehliyeya 13 girtiyan hate taloqkirin. Girtiyan ev rewş di peyama xwe de vegotin û gotin ku midûrên yekemîn û duyemîn M.O. û F.Ç. gefa “Em bi tu awayî rapora başhaliyê nedin we, dê tehliyeya we taloq bikin” li wan xwarine.    DEST DANÎN SER LÊNÛSA HELBESTAN   Ji girtiyan Alî Koç da zanîn ku bêyî ku hincetek were nîşandan, girtîgehê dest daniye ser lênûska helbestan û ev agahî da: “Di dema lêgerîna qawîşan de lênûska min a helbestan desteser kirin. Li ser vê yekê min jî ji dozgeriya dadgehê re daxwazname nivîsand. Lê di lêpirsîna hatiye destpêkirin de biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ dan. Lênûska min bi awayeke keyfî nehat dayîn. Her wiha nahêlin pirtûk û kovarên bi kurdî bikevin girtîgehê. Di raporên nirxandina serdemê de tiştên ku girtiyan negotine tên qeydkirin.”    EV DU SAL IN NIKARE TEDAWÎ BIBE   Ji girtiyan Hakki Aygun jî wiha got: “Ev du sal in ji ber nexweşiya xwe ya çav divê ez muayene bibim û berçavkê bigirim lê ji ber sepana lêgerîna nava dev ez naçim tedawiyê.”   Mûrat Tekîn ku dosyaya wî li Dadgeha Bilind e jî diyar kir ku nameyên ji wî re tên şandin nayên dayîn û nameyên dişîne jî nagihijin navnîşanan.    BANGA HESTIYARIYÊ    Girtî Suleyman Tatar jî da zanîn ku dema binpêkirinên li girtîgehan di raya giştî de cih digirin û nûnerên partiyên siyasî diçin serdana wan, bandoreke erênî li ser helwesta girtîgehan dike û ev tişt anî ziman: “Lewma divê tu kes li hemberî sepanên neheq ên li girtîgehan bêdeng nemînin û bi taybet jî parlamenter biçin serdana girtîgehan.”    Ji girtiyan Metîn Çakir jî wiha got: “Ez ji girtîgeheke din sirgûnî vê derê hatim kirin. Dema hatim vê derê ez û rêveberiya girtîgehê bi nîqaş çûn. Bi hinceta nîqaşê 5 rojan cezayê hucreyê dan û mehekê jî cezaya qedexeya tevlibûna çalakiyan dan.”