Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin 2023-12-31 13:23:06 MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Di demeke ku li Rojava saziyên perwerde û tenduristiyê bombebaran dikin de hûn nikarin ji kurdan re bibêjin bira. Heke em bira bin, wê demê divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrsînê li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Yenîşehîrê 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Tevlibûneke zêde heye û li eywana kongreyê pankartên “Dem dema azadiyê ye”, “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, “Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” û “Niha dema serkeftinê ye” hatine daliqandin. Pankartên “Na ji tecrîdê re, a niha aştî”, “Li zindanan berxwedan heye. Deng bide grevên birçîbûnê”, “Na ji tecrîdê re, ji bo gelan azadî, a niha aştî” bêyî ku sedemek were nîşandan ji hêla polîsan ve hatin rakirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan bertek nîşanî polîsan da û helwesta wan şermezar kir.    NOBETA EDALETÊ VEGUHESTIN KONGREYÊ   Kongre bi guhdarîkirina muzîkê dest pê kir û bi gerandina govendan berdewam kir. Piştre jî dengbêj Ramazan Eren derket ser dikê û stranên xwe got. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn, nobeta xwe li ewyana kongreyê domandin.     ‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî. Bakirhan, ji ewil wefata bavê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û sersaxî ji Demîrtaş û malbata wî re xwest.    Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Em di demekî zehmet de ne. Mixabin rêveberên vî welatî xizanî û bêkariya li welêt fêm nakin. Li gorî wan her tişt pir xweş û geş e. Ji ber ku ew debara xwe bi mûçeyê kêmtirîn nakin. Ji bo wan xelkê Mêrsînê, kurd, tirk, ereb, elewî û welatiyên din zêde girîng nînin. Hêviya me heye û em ê hesabê ji van talankeran, nahêlin rêhevalên me biçin şînên dayik, bav û xizmên xwe û yên sepanên derhiqûqî tixin meriyetê bipirsin.”    ‘NAXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN’    Di berdewamê de Bakirhan got ku mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha pê de çû: “Ev pirsgirêk tenê kurdan eleqedar nake. Sedema ewqas bêhiqûqtiyan, van pirsgirêkan, krîza aborî û hwd. neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Mixabin vê îktîdarê di 21 salan de bi vê pirsgirêkê re hevrû nebû. Ji ber neçarserkirina vê pirsgirêkê, Tirkiye veguherî komara nelirêtî, dizî û şêlandinê. Ji bo ku kurd bi zimanê xwe neaxivin, îktîdarên vî welatî di navbera 800 milyar û trîlyonek dolaran de pere xerc kir. Heke ev pereye ji bo bêkariyê bihata bikaranîn, dê Tirkiyeyê bûbûya yek ji mezintirîn aboriya herêmê û cîhanê. Lê pirsgirêka kurd çareser nekirin û welêt xistin nava çiravê.    Em qala bêkariyê dikin, rêveberê vî welatî qala pereyê guleyê dikin. Em dibêjin em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê, ew dibêjin ‘ma hûn dizanin pereyê guleyên topê yên em diavêjin Rojav bi çiqasî ne?’ hûn çima guleyan ber didin kurdên xizan ên Rojava? Ev sed sal in hûn çima li dijî kurdan şer dikin? Ka we digotin em ji heman ummetê ne û bira ne. Di demekî ku hûn li Rojava saziyên perwerde û tenduristiyê bombebaran dikin de hûn nikarin bibin bira. Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin.    EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZIN    Gelê me yê hêja tevî hemû zextan jî em ê parastina aştiyê bidomînin. Mîna Seyîd Riza, Şêx Seîd û mîna hevalên me yên li zindanan em ê tu caran serî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber vê jî îktîdar û şirîkê wê yê biçûk gef û heqaretan li me dikin. Lê bila jibîr nekin ku rêhevalên Apê Musa, Cegerxwîn, Mahîr û Mazluman ne ji gefên wan ditirsin ne jî dê ji têkoşînê xwe bidin paş. Em li vir ji îktîdarê re dibêjin; di kesên li ser mirina ciwanan siyasetê dikin de ne rûmet heye ne jî şeref.    KURDÎ ZIMANÊ NAYÊ ZANÎN E!    Ev demekî dirêj e tovê dijminatiyê li xaka vî welatî tê çandin. Em dibêjin em kurd in, dibêjin ew tune ne, em li parlamentoyê bi kurdî bangî gelê xwe dikin lê ew ji bo zimanê 30 milyon kurdên li vî welatî dibêjin ‘zimanê nayê zanîn.’ Ma dê pirsgirêka kurd wiha bê çareserkirin. Axaftina bi her zimanî serbest e lê tenê kurdî weke ‘zimanê nayê zanîn’ di qeydên Meclisê de cih digire. Îşala dê di hilbijartinê de xwediyên zimanê nayê zanîn li ser sindoqê dersekî baş bide we.”    ‘PENABERÎ TÊ WATEYA PIŞAFTINÊ’   Di berdewamê de Bakirhan bi lêv kir ku ciwan nikarin kar peyda bikin û wiha pê de çû: “Yek ji mezintirîn pirsgirêka vê îktîdar afirandî koçberî ye. Ciwanên me ji kerema xwe bila xwedî li bajarên xwe derkevin û li bajarên malbatên xwe bijîn. Ciwan bi ketina rêyên koçberiyê re xerabiyeke mezin li şoreşgerên kurd û demokratan dikin. Welatekî ku ciwan tê de tênekoşin, tu carî demokrat nabe. Koçberî tê wateya pişaftinê û bêciwanmayîna Kurdistanê.    Li hêla din jî hewl didin ciwanan tev li karên krîmînal bikin. Cihên weke Çay, Toros, Tarsus û Akdenîz ku demekî navendên herî germ ên têkoşîna demokratîk bûn, niha veguherandine navenên tiryakê. Dema em li pêşiya avahiya partiyê ya Mêrsînê daxuyaniyekê didin, hêzên ewlekariyê bi kamerayên xwe li wir in. Her çar aliyên Tirkiyeyê bi karmerayan tije kirine lê wan tiryakfiroşan nabîne? Dixwazin ku ciwanên kurd koç bikin, tiryakê bikar bînin û her tiştekî li dijî nasname û gelê xwe bike lê bes tenê bila bi nasnameya xwe nejî. Banga min ji bo ciwanan ew e ku em ê xwedî li wan derkevin. Bila malbatên me yên hêja jî di vê mijarê de baldar bin.    Mêrsîn bajarekî kozmopolît e û li gorî feraseta DEM Partiyê ye. Bibawerim ku dê xelkê Mêrsînê xwedî li partiya me derkeve. Heke Mêrsîn bi ser keve dê DEM Partî bi ser keve, heke DEM Partî bi ser keve dê Mêrsîn bi ser keve.”    ‘TECRÎDA MUTLEQ RAKIN’    Bi domdarî Bakirhan gelek pirsgirêkên xelkê Mêrsînê rêz kir û got ku tenê partiya wan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xwedî çareserî ye. Bakirhan, piştre bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Sedema vê çalakiyê her kes pê dizane. Dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin û tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Dixwazin bi birêz Ocalan re guftûgo û muzakere bên destpêkirin. Dibêjin ku vê pirsgirêkê çareser bikin û muxatab jî birêz Ocalan e. Lê mixabin vê îktîdarê guhên xwe li van daxwazên girt û Tirkiye anî ber hilweşînê. Em ê bibin dengê zindanan û dê girtîgeh azad bibin.    AKP’ê bi zextê û qeyûman nekarî û niha jî hewl dide bi rêya hilbijêrên qaçax şaredariyan bi dest bixe. Li Sêrtê li navnîşaneke ku 7 hilbijêr lê qeydkirî bûn niha hezar û 400 hilbijêr hene. Ev hilbijêrên xeyalî ji ku anîne? Ji Gîresûn, Gumuşhane, Trakya û Marmarayê anîne. Ma bêedaletiyeke wiha dibe? Lê em ê lîstikên wan vala derxînin. Em ê bajarên ku wan xesp kirine jê bistînin û dê zilma we nekare têkoşîna gelê me têk bibe.”   BI YEK LÎSTEYÊ HILBIJARTIN HATE KIRIN   Piştî xwendina raporên darayî û fealiyetê, bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin. Bedriye Kuş û Reşat Aşan weke Hevserokên DEM Partiyê ya Mêrsînê hatin hilbijartin.