Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin 2023-12-31 14:00:32   MÊRDÎN - Li çoltarê Çiyayê Bagokê qedexe hatibû ragihandin û operasyona li herêmê didome. Hat zanîn ku cenazeyên 3 endamên HPG’ê anîne morgê û ji ber ku cenaze hatine şewitandin, malbatan nekarîn teşhîs bikin.    Di 27’ê kanûnê de li 9 taxên çoltar ên Nisêbîn a Mêrdînê qedexe hatibû ragihandin û operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona leşkerî hêj jî didome. Hat zanîn ku liv û tevgera leşkerî ya bi alîkariya helîkopteran a li herêmên Elîn, Bahmînîn, Fisqîn, Mişawil, Geliyê Sor, Efşê, Qudbê, Yol û Şekrînê ku walîtiyê weke “herêma ewlehiya taybet” ragihandiye, didome.    Sê cenazeyên ku tê gotin ên endamên HPG’ê ne, duh rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û piştre jî ji bo teşhîsê bang li malbatên wan hate kirin.    MALBATAN NEKARÎN CENAZEYAN TEŞHÎS BIKIN   Malbatên ku duh ji bo teşhîsê hatin Merdînê, ji ber zirara ku artêşa tirk daye cenazeyan, nekarîn cenazeyan teşhîs bikin. Hat zanîn ku cenaze hatine şewitandin, hinek lebatên laş kêm in û malbat piştî dayîna mînaka xwînê ji bajar derketin.    GUMANA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWΠ   Malbatan da zanîn ku ji ber zirara gihiştiye cenazeyan di serê wan de gumana bikaranîna çekên kîmyewî çêbûye û gotin ku ji wan re tu agahî nehatine dayîn bê ka cenaze çawa xistine vî halî.    Li hêla din Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û gotin ku navên kesên jiyana xwe ji dest dayîn weke Delîl Bal, Îslam Ilçay û Lokman Muhammed eşkere kir.