‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’ 2023-12-31 16:50:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku li gelek bajaran Nobeta Edaletê domandin diyar kirin ku dê li hemberî zextan serî netewînin û wiha gotin: “Heta tecrîd neyê rakirin dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin.”    Nobetên Edaletê yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de li Wan, Amed, Stenbol û Edeneyê hatine destpêkirin, berdewam kirin.    WAN      Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya li avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye desptêkirin, di roja 25’an de berdewam kir. Gelek welatî û siyasetmedar tev li çalakiyê bûn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê û endamên Komîsyona Kongreya Bajar a DEM Partiyê çûn serdana çalakvanan.    Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Rêvebera DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Devlet Çîftçî di çalakiyê de got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û banga yekitî û têkoşînê li gel kir.    Çalakî, bi stran û serdanan berdewam kir.    AMED     Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 28’emîn de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê yên Hênê, malbata girtiyê nexweş Siddik Guler ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin û gelek welatî çûn serdana nobetê. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan, hezar silav li zindanan, em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatibû vekirin. Dayikan di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û îro jî çalakiya xwe domandin.    Nazîme Çokdalan di serdana çalakiyê de axivî û got ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tecrîd li tevahiya gelê kurd tê ferzkirin. Çokdalan got ku dê gelê kurd tu carî serî netewîne û ev tişt anî ziman: “Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin. Hêviya me ew e ku di sala nû de tecrîd bê rakirin, aştî û aramî bê.”    Nobeta Edaletê bi stranên dayikan bi dawî bû.    EDENE     Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 28’emîn de berdewam kir. Li eywana nobetê pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk bibin dengê zindanan” hatin vekirin. Çalakvan Mûrat Turgay di çalakiyê de axivî û wiha got: “Tecrîd, sûcekî mezin e. Ne wijdanî ne jî însanî ye. Divê ev tecrîd bê şikandin. Lewma divê piştgirî ji çalakiyê re bê kirin.”    STENBOL      Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan hatiye destpêkirin di roja 19’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê tê domandin, bûn. Çalakgeran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiya îro de jî welatî û nûnerên saziyan hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de hat gotin ku dê di sala nû de jî bibiryardarî têbikoşin. Çalakvanan, peyama piştevanî, hêvî û xwebirêxistinkirinê dan. Cemîle Çîftçî di çalakiyê de axivî û got ku ew daxwaza azadya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin.