Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye 2023-12-31 18:13:18   MELETÎ - Îfadeyên nûçegihanê me Hakan Yalçin û Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ên di bin çavan de ne hêj nehatiye wergirtin. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna berdewam dike de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de nûçegihanê ajansa me Hakan Yalçin pêr di encama serdegirtina mala wî ya li Wanê de hate binçavkirin.  Baran Tûncel, Rojbîn Dogan û Siyajîn Yaman ên bi Yalçin re hatine binçavkirin 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Meletiyê tên ragirtin.    Kar û barên wergirtina îfadeyê ya li miduriyeta polîsan hêj nehatiye destpêkirin. Hata zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de Teyfîk Kanat jî 2 roj berê li Amedê hate binçavkirin û birin Meletiyê. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.”