Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran 2024-01-01 09:03:59   WAN - Li Wanê bi sermayê re nexweşîn jî çêbûn. Welatiyên nexweş dikevin ewil berê xwe didin etaran.    Li Wanê bi sermayê re nexweşînên şewbî zêde bûn. Ji ber ku beşên lezgîn ên nexweşxaneyan tije ne, welatî berê xwe didin etaran. Welatî li van deran çayên organîk distînin. Herî zêde jî exlamûrê distînin. Li ataran kîloya exlamûrê bi 600 lîreyî tê firotin.    Biharatfiroş Ferhat Işik diyar kir ku ev mehek e kar zêde bûye û wiha got: “Di vê mehê de nexweşî gelek zêde bûn. Xelk ji bo xwe ji nexweşiyan vê demsalê biparêze nebatên wek darçîn, kemîs, gulber û çayên nebatan digirin. Li gorî par îsal fiyet ji sedî 20 biha bûne. Bihayê nêvekî ya çayên zivistanê di navbera 240-300 TL de ye. Lê exlamûr biha ye. Bihayê exlamûrê yê par 220 TL bû lê niha bi 600 lîreyan tê firotin."   Abdulganî Kaya ku 30 sal in li Wanê etariyê dike anî ziman ku di mehên zivistanê de berhema ku herî zêde difiroşe caterî ye. Kaya, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo darçîn, mêş, gêzer, galangal û îsota reş heye û wiha got: "Berê çayên van giyayan timî li ser sobeyên malên me dihatin kelandin. Mirov ew qasî bi şewbê jî nediketin. Lê niha her ku pergala kalorîferê zêde dibe nexweşî jî zêde bûne. Bi taybetî vê mehê mirov ji ber nexweşînan berê xwe didin cem me. Ji ber ku hêza kirînê ya gel kêm bûye, her ku diçe kêmtir dikirin. Li gorî par ji sedî 20-30 ferqa bihayan heye. Bi mûçeya kêmtirîn a nû re dê fiyet bihatir bibin."