Keça min berdin ez ê derman bikim 2024-01-01 09:06:46   AMED - Girtî Sûdan Guven a 3 car in cezayê wê dirêj dikin û wê serbest bernadin, bi nexweşiya pençeşêrê ket. Dayika Sûdan Guven Gulistan Guven, bang li rayedarên hikûmetê kir û got: "Keça min bidin min ez ê wê derban bikim."   Girtî  Sudan Guven niha li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê girtî ye. Sudan Guven 3 car in divê serbest bê berdan, lê rayedarên girtîgehê 3 car in cezayên cuda li Guven dibirin û nahêlin ku Suzan bê berdan. Guven diviyabû di 4'ê Gulanê de bihata berdan. Lê rayedarên girtîgehê ji meha Gulanê heta wê dîl digirin û bernadin. Sudan Guven a nayê berdan niha bi pençeşêrê ketiye. Guven di 19'ê kanûnê ide bi rêya telefonê bi malbatê re axivî û got: 'Ez bi şika pençeşêra pêsîran bûm. Pişti bijîşkan ev nexweşî tespît kirin, min dest bi xwarina dermanan kir û ez tedawî dibim. 2 car in dermanê kortizon dixwim. Dermanê kartîzol ku berê hefteyê 2 caran bû, niha kirine hefteyê sê caran"   Sudan Guven   ‘BILA KEÇA MIN BERDIN EZ Ê WÊ DERMAN BIKIM'    Dayika Sudan Guven Gulistan Guven a 80 salî bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: "Nexweşiya keça min giran dibe. Du caran înfaza kurê min Metin şewitandin. Kurê min Metîn piştre serbest berdan. Diviya bû keça min Sûdan di 4'ê Gulanê de bihata berdan. Dixwazin keça min Sudan bibêje 'Ez poşman im' Ji ber ku keça min poşman nabe wê serbest bernadin. 3 caran, her carê 3 meh ceza lê birîn. Keça min 9 meh in dîl hatiye girtin û wê bernadin. Dema keça min hat girtin di tenduristiya wê de pirsgirêk tune bû. Piştî hat girtin bi nexweşiya pençeşêrê ket. Li girtîgehê keça min derman nakin. Bila wê berdin ezê keça xwe derman bikim. Ez edaletê dixwazim."    PARÊZERA SUDAN: TEŞHÎSA DAWÎ NEKIRIN   Parêzera Sudan Guven Nesibe Bahadir anî ziman ku bi guman in ku nexweşiya pençeşêrê pêre hebe û wiha axivî: "Hêj tam teşhîs nekirine. 3-4 hefte berê parçe ji singa wê girtin û şandin labaratuvarê. Piştî encama biyopsiyê wê diyar bibe. Bijîşkê onkolojiyê ji bo îltibaha nexweşiyê hişk bibe derman dane wê. Her ku diçe rêjeya Kortizolê zêde dike û tê dermankirin. 3 hefte ye tê dermankirin, dê 3 hefteyên din jî bê dermankirin. divê 6 hefteyan bê dermankirin.    Sudan Guven, ji navçeya Bismila Amedê ye. Di serdegirtina malê de hat girtin. Ji ber xebatên DBP'ê li Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê hat darizandin. Dadgehê bi îdîaya endamtiyê 15 sal û 3 meh li Guven birî.  Cezayê Guven di 4'ê Gulanê de bi dawî bû. Lê Guven hêj girtî ye.    MA / Mehmet Güleş