Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne 2024-01-01 14:05:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate zanîn ku Selahattîn Demîrtaş ê bavê wî wefat kir dê sibê parastina xwe bidomîne.    Bavê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ê di çarçoveya Doza Kobanê de girtî ye, Tahîr Demîrtaş duh wefat kir. Piştî wefata bav Demîrtaş, dihate mereqkirin ku Demîrtaş dê parastina xwe ya hefteya borî destpêkirî bidomîne an na. Hate zanîn ku Demîrtaş dê danişîna doza ku sibê were dîtin de ji cihê lê mayî parastina xwe bidomîne.   Demîrtaş bi SEGBÎS’ê tev li danişîna ku dê sibê li eywana danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê were li dar xistin bibe.