Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê 2024-01-02 09:00:09   MELETÎ - Bavê siyasetmedara kurd a girtî Sebahat Tûncel a ketiye greva birçîbûnê, Fahrettîn Tuncel bi telefonê bi keça xwe re axivî. Tûncel, diyar kir ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê gel ve kêm e û anî ziman ku ji bo bi cih hatina daxwazên girtiyan divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin 34 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên 37 roj in di greva birçîbûnê de ne dê heta 15 Sibatê ku salvegera radestkirina Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ye çalakiya xwe bidomînin.    Yek ji girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kiriye jî siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel e. Tûncel ku di 6'ê mijdara 2016'an de dema Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hat girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1'an a Kocaeliyê ji ber doza Kobanê anîn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Tûncel di 27'ê kanûnê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê diyar kir ku ew ê tevî Mûkades Kabak û Melek Kartal ên di qawişa wê de dimînin dest bi girava birçîbûne bikin.   Bavê Sebahat Tûncelê, Fahrettîn Tûncel ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku divê gel zêdetir xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin û bang li gel kir.    'TECRÎD LI SER HEMÛ CIVAKÊ TÊ MEŞANDIN'   Fahrettîn Tûncel bi lêv kir ku beriya hefteyekê bi telefonê bi keça xwe Sebahat Tûncelê re axiviye û wê demê hînbûye ku keça wî di greva birçîbûnê de ye. Tûncel, got ku keça wî Sebahat Tuncelê ji gel re jî peyama xwedî derketina greva birçîbûnê û daxwazên wan şandiye. Tûncel wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyan ji ber tecrîda ku li Grava Îmraliyê heye û belavî hemû girtîgehan bûye dest bi greva birçîbûnê kirin. Her çiqas weke ku tecrîd li ser kesekî tê meşandin were nîşandan jî, bi rastî tecrîdek li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. 3 sal in destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Mînaka tecrîdeke bi vî rengî li tu deveran nîne. Ev tecrîd siyasî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan pêşeng e, li ser wî tê meşandin û li ser hemû civakê belav dibe. Girtiyan jî li dijî vê bêhiqûqiyê dest bi greva birçîbûnê kirin."   'BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTIN BIBE DÊ XWÎN JÎ BISEKINÊ'   Di berdewama axaftina xwe de Tûncel, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd asteng e û ev tişt gotin: "Sebahat hem dema parlamenter bû û hem jî di girtîgehê de şaşiyên hikûmetê vedibêje. Sebahat, dibêje ku li vî welatî pirsgirêka kurd heye û muxatabê vê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e. Heke hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk were dê pêşî li mirinan bê girtin û ev xwîn jî dê bisekine. Lê rê nadin ku ev deng bigihe raya giştî. Tecrîd li pêşiya çareseriyê astengiyeke sereke ye. Zarokên biçûk dibin çiyayekî weke Gabarê û li wir didin kuştin. Kesên ku pereyên wan hene nayên kuştin. Greva birçîbûnê yek ji rêya ji bo bidawîkirina tecrîdê û rawestandina van mirinan e."   'DIVÊ MUXALEFETA CIVAKÎ BI HEV RE TEVBIGERIN'   Tûncel anî ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe divê mûxalefeta civakî zextê li desthilatê bike û wiha got: “Divê desthilata siyasî bi her kesî re weke hev tevbigere. Lê belê bi heqaretan muxalefeta civakê polar dikin û bi neteweperestiyê desthilata xwe diparêzin. Desthilat israr dike ku vê pirsgirêkê çareser neke û li ser desthilatdariyê bimîne. Lê belê ev pirsgirêk bi zextên mûxalefeta civakî tên çareserkirin. Lê muxalefeta civakî li dijî vê nayê cem hev. Lê heke li dijî van pirsgirêkan muxalefeteke komî hebe, wê dijberiyeke cidî ya civakî derkeve holê. Heke aştî pêk were ne krîza aborî ev qas kûr dibe û ne jî ev qas kes jiyana xwe ji dest didin. Ji ber wê jî divê muxalefeta civakî ji bo çareseriyê bi hev re tevbigerin."   BANGAWAZÎ   Tûncel diyar kir ku piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê gel ve kêm e û bi lêv kir ku ji bo bi cih hatina daxwazan divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê. Tûncel di dawiya axaftina xwe de ji bo xwedî derketina greva birçîbûnê ev bang li gel kir: “Divê civak guh bide vî dengî û piştgiriyê bide. Divê em hemû piştgiriyê bidin daxwazên greva birçîbûnê. Mixabin grevên birçîbûnê li derve jî têra xwe piştgiriyê nabînin. Gelê li wir ji bo çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî serî li grevên birçîbûnê didin. Divê raya giştî vê pirsgirêkê weke tenê pirsgirêka Abdullah Ocalan û girtîgehan nebînin û pirsgirêkeke civakî bibînin û piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan."    MA / Mahmût Altintaş