Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn 2024-01-02 09:17:06 NAVENDA NÛÇEYAN -  Li navçeya Arganê ya Meletiye otobûsek wergeriya. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.  Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 44 AK 041 a Turîzma Medîneyê ku navê ajokarê wê nehat zanîn, dema ji Stenbolê ber bi Meletiyê ve diçû, li Taxa Develî ya navçeya Argan a Meletiyê qeza kir. Hat zanîn ku otobûsê li TIR’eke ser ser heman îstîqametê ku plakaya wê nehat zanîn xist û wergeriya.    Li ser îxbara welatiyên li derdorê, li cihê bûyerê xebatkarên tenduristiyê, agirkujiyê, polîs û cendirme hatin sewqkirin.    Li gorî agahiyan; di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajar.