Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin 2024-01-02 15:56:15   MÊRDÎN - Nameyên ku girtiyên di greva birçîbûnê li dijî tecrîdê ji bo rewşenbîr, hunermend û Meclisê re şandin hatin desteserkirin.    Girtiya bi navê Rozerîn Kalkan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Kalkan, da zanîn ku greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin didome. Kalkan, diyar kir ku nameyên girtiyên di çalakiyê de yên ji bo hunermend, rewşenbîr û Meclisê hatine şandin hatine desteserkirin. Kalkan, diyar kir ku di nav de Mûrathan Mungan û Sezen Aksu jî, ji hinek hunermendan û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê re name şandine lê ev name hatine desteserkirin. Kalkan, wiha got: “Nahêlin dengê me derkeve derve. Dengê me bidin bihîstin.”      EM Ê BIBIN DENGÊ ZAROKÊN XWE’   Dayika Kalkan, Şerîfe Kalkan têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ne dihêlin nameyên wan derkevin ne jî name ji derve bigihijin ber destê wan. Dixwazin dengê wan astenb bikin. Em vê qebûl nakin. Zarokên me di grevê de ne. Em mafên zarokên xwe diparêzin. Heta ku digihijin armancên xwe dê greva xwe bidomînin. Em dixwazin ev tecrîda li ser zarokên me û girîgehan bê rakirin.  Bila mafê wan bidin. Em dixwazin dengê wan li derve bê bihîstin. Li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine lê hêj jî tehliyeyên wan tên taloqkirin, poşmantiyê ferz dikin û cezayê wan dirêj dikin. Em ê li dijî tecrîdê bisekinin. Em ê dengê xwe derxînin û bibin dengê zindanan û zarokên xwe.”