Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî! 2024-01-02 16:18:19 NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeta Edaletê ya li 6 bajaran berdewam kir û gelek kes çûn serdana çalakvanan. Çalakvanan dan zanîn ku daxwazên wan zelal in û wiha bang kirin: “Bila Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bikin.”   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 34 meh in agahî jê nayên girtin. Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Wan, Stenbol, Edene, Mêrsîn û herî dawî jî li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî berdewam kirin.   AMED   Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li nobetê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.   Di tevahiya rojê de ji bo piştevaniyê serdan hatin kirin. Ziyaretvanên ewilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bûn. Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyên Şirnexê, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî di nava ziyaretvanan de cih girtin.    Ziyaretvanan piştevaniya xwe ya bi çalakvanan re vegotin û gotin ku bi xizmên girtiyan re ne. Ziyaretvanan bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û gotin ku li gel Abdullah Ocalan, gelê kurd jî di tecrîdê de ye.    Çalakvanan jî xwestin ku xwedîderketina li çalakiya Nobeta Edaletê mezintir bibe û banga tevlibûnê li her kesî kirin.    Di dema serdanê de çalakvan û ziyaretvanan bi hev re stranên kurdî gotin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    EDENE   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin jî berdewam kir. Çalakiyê, mehek li pey xwe hişt. Li eywana çalakiyê pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.    Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Cevahîr Temel ku yek ji çalakvanan e, got ku weke dayikekê daxwaza aştiyê dike û naxwaze ciwanên kurd û tirkan bimirin. Temel, diyar kir ku nifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye û xwest ku tavilê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên afirandin.    Di serdanên ji bo piştgiriya bi Nobeta Edaletê de stran hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin.    MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 30’an de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Heman daxwaz di çalakiya li vê derê de jî hatin ziman.   Gelek kes hatin serdana çalakiyê ku endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tê de cih digirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û rêveberên partiyê yên navend û navçeyan hatin serdana çalakvanan.    Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş di nobetê de axivî û got ku çalakiya greva birçîbûnê li 107 girtîgehan didome. Altuntaş, got ku peyamên çalakvanan zelal in û diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê bidawîkirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.    Ji dayikên girtiyan ku di çalakiyê de cih digire Saliha Umît jî wiha got: “Rêberê me di girtîgehê d eye. Bila tecrîda li ser Rêberê me û girtiyan bê rakirin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Banga min ji bo hemû dayikan e. Bila her kes mil bide milê me. Bila ev tecrîd bê rakirin û aştî pêk bê.    STENBOL   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatin daliqandin.    Çalakvanan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivî li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” ve “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Gelek welatî hatin serdana çalakvanan.    'EM BIBIN DENGÊ ZINDANAN’   Ji çalakvanan Kumrî Akgul di çalakiyê de axivî û got ku divê gel xwedî li çalakiya an derkevin. Akgul, wiha domand: “Kî dibe bila bibe divê piştgiriyê bidin çalakiyê. Me dayik û xizmên girtiyan bi tenê nehêlin. Banga min ji bo gelê me ew e ku hev bi tenê nehêlin. Em bibin dengê girtîgehan. Em ji bo daxwazên girtiyên xwe bibin bersiv. Divê her kes têkoşîna xwe mezin bike û têbikoşe.”    WAN   Çalakiya di pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr de di roja 29’emîn de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli, Zulkuf Uçar û gelek kes çûn serdana çalakvanan.  Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.