Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin 2024-01-02 16:57:27   AGIRÎ - Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê bertek nîşanî Hîndekara Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Tuba Işik da ku ji bo Komkujiya Roboskê peyamên nîjadperest û nefretê parve kiribû.    Hîndekara Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Tuba Işik di 12’emîn salvegera Komkujiya Roboskê de ku 34 welatî di encama bombebarana dewleta tirk de hatibû qetilkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamên nîjadperest û nefretê parve kiribû. Bertekên li dijî Işik berdewam in.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê têkildarî peyamên nîjadperest û nefretê yên li dijî gelê kurd ên Işik, li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr jî tev li daxuyaniyê bû.    Demîr, di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşanî gotinên nefretê yên Işik da: “Em ê vê îktîdara ku ji vê rewşa nefretê xwe xweyî dike teqez biguherînin. Em ê li cem xizmên qurbaniyên Komkujiya Roboskê bin û piştevaniya me ya bi wan re dê bidome.”