Nûçegihanê me Yalçin hat berdan 2024-01-02 18:09:50   MELETÎ -  Nûçegihanê me Yalçin û 9 kesên pê re hatibûn binçavkirin hatin berdan û Bedirhan Akyildiz hat girtin.    Di 29'ê Kanûnê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin di çaçroveya lêpirsîneke serdozgeriya Komarê de li Wanê hat binçavkirin. Tevî Yalçin li midûriyeta polîsan îfadeya 10 kesên hatin binçavkirin temam bû. Yalçin û yên pê re sewqî Serdozgeriya Komarê ya Çirmikê hatin kirin.   Piştî îfadeya li dozgeriyê Yalçin û Siyajîn Yaman, Rezan Malgir û Bedirhan Akyildiz bi daxwaza girtin û 7 kes jî bi lertê kontrlkirina edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin.   Nûçegihanê me û 9 kesên din piştî îfadeya li dadgehê hatin berdan û Bedirhan Akyildiz jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.