Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin 2024-01-02 19:08:36   ŞIRNEX-Endama YJA-STAR’ê Selma Şavlig a li Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, 5 meh şûn de cenazeyê wê radestî malbata wê hat kirin.   Di 13’ê tîrmeha 2023’an de, di pêvçûnê de ku di navbera endamên YJA-STAR û leşkerên tirk de qewimîbû, endama YJA-STAR’ê Selma Şavlig (Berîtan Fecîl Çilû) jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Şavlig ku çawa bihîstibû keça wan jiyana xwe ji dest daye, berê xwe dabû Şirnexê, lê ji ber ku cenaze nedihat naskirin ji bo DNA'yê xwîn dabû. Lêbelê cenazeyê Şavligê bêyî agahiya malbatê li goristana bêkesan a bajêr hatibû definkirin.    Piştî 5 mehan encama DNA'yê diyar bû. Malbata Şavlig ku ji Stenbolê hat Şirnexê cenazeyê keça xwe girt û ji bo ku definkirinê cenaze ber bi Bedlîsê ve bir.