ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-03 09:00:06   * Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê hêj jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê ku di şert û mercên dijwar ên zivistanê ketin sala nû, dixwazin tavilê pêdiviya wan a xaniyan bê çareserkirin.   * Dayika Aştiyê Hediye Korkût ku 28 sal in ji bo aştiyê têdikoşe got: "Weke dayikeke kurd em ê li her derê vê helwesta xwe nîşan bidin. Ez ê di temenê xwe yê mayî de jî ji bo aştiyê têbikoşim."    * Endama Lijneya Rêveber a TOP'ê Julîana Gozenê diyar kir ku yekîtiya dewlet-sermayeyê wê zêdetir xizanî, bêkarî û zextan li karkeran bar bike û got ku berxwedanên karkeran ên di sala 2023'yan de dest pê kirin, dê di sala 2024'an de jî mezin bibin û pêwîst e mirov ji bo vê pêvajyê jî amade be.   * Aborînas Ahmet Şahînoz ku mûçeya kêmtirîn ku bû 17 hezar TL nirxand, diyar kir ku bi vê enflasyona heyî dê mûçeya kêmtirîn di nava 4-5 mehan de bihele û got: "Karker dê di 2024'an de herî kêm 6 mehan di biniyê sînorê birçîbûnê de bixebitin."   * Hatîce Ûyar, dayika endama KJA'yê Fatma Ûyar ku di qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin, got: "Divê sedema tekoşîna her jineke kurd Sêvê be, Pakîze, Fatma, Sakine û Asya Yuksel be. Heta em sax bin em mîrateya tekoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin."    * Girtiyê nexweş Mehmet Alî Ugur ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê îşkence heye û wiha got: “Xwarinê û ava germ nadin, pirtûkên me desteser dikin, ava daşirê didin me û gelek êriş tên kirin.”   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Wan, Îzmîr, Edene û Mêrsînê didome. (11.00-17.00)   * Ji ber destdirêjiya li dijî S.A.’yê hatiye kirin, li cerdevan û parastvanên şaredarê bajarokê Dêrahînê doz hatibû vekirin û piştî biryara betalkirinê dê doz li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (10.15-13.00)