Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne 2024-01-03 09:00:50   MELETÎ - Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê hêj jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê ku di şert û mercên dijwar ên zivistanê ketin sala nû, dixwazin tavilê pêdiviya wan a xaniyan bê çareserkirin.   Di erdhejên navenda wan Mereş ên 6’ê Sibata 2023’yan de yek ji bajarên herî zêde bibandor bû jî Meletî ye. Li gor daneyên fermî, di erdhejê de li Meletiyê hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran avahî li bajar hilweşiyan û ji bo 36 hezar avahiyan jî biryara hilweşandina lezgîn hate dayîn. Li bajar hêj jî xebatên hilweşandinê didomin û yek ji pirsgirêkên sereke yên mexdûrên erdhejê jî xanî ne. Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê ev pirsgirêk hêj jî nehatiye çareserkirin.    Piştî erdhejê, li Meletiyê li 74 noqteyan konteynir hatin danîn ku hejmara wan 28 hezar û 643 ye. Piraniya mexdûrên erdhejê tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê jî di konteyniran de dimînin. Ne diyar e bê ka dê xaniyên soza wan hatiye dayîn kengî radestî mexdûrên erdhejê bên kirin.    Mexdûrên erdhejê yên di bjararê konteyniran a li navçeya Çirmikê ya Meletiyê dimînin, diyar kirin ku ew dixwazin di demeke herî kin de derbasî xaniyan bibin.   'DEMA CEYRAN DIÇE EM DIQERISIN’   Ji mexdûrên erdhejê Azîze Aydin (45) jî di konteynirê de dimîne. Dema baran dibare, konteynira wê dilop dike û setil daniye ber dilopan. Aydin, ji ber zehmetiyan bi gilî û gazinc e. Aydin, diyar kir ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştiye xaniyê wan û ev tişt anî ziman: “Tevî hevjîn û du zarokên xwe di konteynirê de dimînim. Kirê pir biha ne lewma em nikarin xanî bigirin. Konteynir bi têrî me nakin lê ji neçarî li vir dimînin. Dema ceyran diçe jî em li vir ji serma diqerisin. Gelek pirsgirêk hene. Av diherike nava konteyniran. Em dixwazin xaniyekî me hebe. Divê dewlet alîkariyê bide. Dê xaniyan jî bi deyn bidin. Em ê 20 salan deyndar bin. Nizanim em ê bikarin wî deynî bidin an na.”    'XANIYAN BI DEYN DIDIN'   Hasan Bozduman (58) jî anî ziman ku ew dixwazin demildest derbasî malan bibin. Bozduman, diyar kir ku ew sê kes di konteynirê de dimînin û wiha got: “Kar tune ye lewma em nikarin bixebitin. Ji ber vê yekê em nikarin avahî kirê bikin. Dibêjin dê xanî bên çêkirin lê nediyar e dê kengî radest bikin. Jixwe bi deyn didin. Me zirareke mezin dît. Nizanim em ê deynê xwe çawa bidin.”    Yek ji mexdûrên erdhejê jî 65 salî Mesût Îlhan (65) e. Avahiya wî di erdhejê de hilweşiyaye û niha tevî bi hevjîna xwe re di konteynirê de dimîne. Îlhan, got ku nexweşiya dil a hevjîna wî heye û lingekî wî jî seqet e. Îlhan, wiha pê de çû: “Hema bila xanî be, xaniyê gund jî be ne xem e. Ji bilî xanî tu pêdiviyên me nînin. Me serlêdana xanî kiriye lê em nizanin dê kengê bê dayîn."   'EM NIZANIN DÊ HETA KENGÊ DI KONTEYNIRAN DE BIMÎNIN'   Alî Îhsan Batar (69) ê ku ji ber erdhejê mala wî hilweşiyayî û tevî temenê xwe yê mezin bi hevjîn û zarokekî xwe re di konteynirê de dimînê jî pirsgirêk û daxwazên xwe wiha anî ziman: "Konteynir weke xanî nabin. Zehmetî û pirsgirêkên konteyniran pir in. Lê tiştekî ku em bikin tune ye. Me ji bo xanî serlêdan kiriyê lê dê kengî bidin nizanim. Hejmara me kêm e lewma konteynir bi têrî me dike lê malbatên 3 zarokên wan hene zehmetiyan dikişînin. Em nizanin dê heta kengî di konterniran de bimînin."   'DIVÊ JI BO KESÊN DI KIRÊYAN DE JÎ ÇARESERIYEKÊ PEYDA BIKIN’   Erdal Aluç (38) jî tevjî hevjîn û 3 zarokên xwe di konteynerê de dimîne. Aluç, got ku di dema erdhejê de di xaniyekê kirêgirtî de dima û xesareke mezin gihiştiye xanî. Aluç, anî ziman ku neçar ma ye niha di konteynirê de bimîne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê dewlet ji bo kesên di kirê de diman jî çareseriyekê peyda bike. Konteynir ji bo me gelekî teng e. Ji ber ku zivistan e em nikarin zarokan jî derxin derve. Konteynir ji bo mayîna demdirêj ne guncav in. Ji ber ku ez kirêdar im, ji me re xanî nayê çêkirin. Em dixwazin di TOKÎ’yê de ji me re jî mafê xanî bê dayin.”   MA / Mahmût Altintaş