Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê 2024-01-03 09:49:39   ŞIRNEX - Parêzer Huseyîn Tul ku parêzeriya kesên di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatine qetilkirin dinêre, diyar kir ku dê dosyaya 13 kesên hatine qetilkirin û AYM’ê ji bo wan “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” dabû bibin DMME’yê.    Di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kes hatibûn qetilkirin. Qedexe, 79 rojan berdewam kir û piştre jî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji bo darizandina kujeran serî li rêyên hiqûqî dan. Serlêdanên malbatan ên ji bo dadgehê herêmî bi hinceta “hewcehî bi şopandinê nîne” hatin redkirin. Îtîrazên li dijî vê biryarê hatine kirin jî bêencam man. Piştre jî malbatan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û ev serlêdan 8 sal piştre yek bi yek hatin redkirin. Xizmên kesên hatine qetilkirin niha jî dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).    Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Huseyîn Tul ku dosyayên birine DMME’yê dişopîne, têkildarî pêvajoya hiqûqî axivî.    ‘TU RÊYÊN HIQÛQA NAVXWEYÎ NEMAN’   Tul, diyar kir ku ji ber sedemên “Binpêkirina azadî û ewlehiya kes”, “qedexeya miameleya xerab”, “binpêkirina mafê rêzgirtina li hemberî jiyana taybet û jiyana malbatê” û “binpêkirina azadiya ol û wijdanê” serî li AYM’ê dabûn û wiha got: “AYM’ê di tîrmeha sala 2022’yan de têkildarî dosyayên Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Mehmet Benzer û Bîşeng Kolanç biryar da. AYM’ê ev serlêdan red kir û got ku tu mafên destûra bingehîn nehatine binpêkirin. Me jî serî li DMME’yê da.”    AYM’Ê GOT ‘BIKARANÎNA HÊZA KUŞTINÊ MECBÛRÎ YE’    Bi domdarî Tul da zanîn ku di demên cuda yên di mehên dawî de AYM’ê têkildarî serlêdanên ji bo dosyayên Rûken Alpaslan, Ramazan Bîrîman, Ramazan Aydin, Serhat Altun, Mehmet Kaplan, Nizar Isirgan, Erdal Kar, Selîm Turay, Cengîz Sansak, Mehmet Ozkul, Huseyîn Kayaalp, Kenan Adiguzel û Zekî Acar jî biryar daye û wiha pê de çû: “AYM’ê ji bo dosyayên van jî biryara; ‘mafê jiyanê nehatiye binpêkirin, lêpirsîneke bibandor hatiye meşandin, bikaranîna hêza kuştinê mecbûrî bû, mimkin nîne ku peywirdar bên tespîtkirin û tu mafên destûra bingehîn nehatine binpêkirin’ da.”    ‘DI BIRYARAN DE ALIYÊ POLÎTÎK DIYARKER E’    Di berdewamê de Tul anî ziman ku biryarên AYM’ê ji hiqûqê dûr in û tu eleqeya xwe bi mafên mirovan re nîne. Tul, got ku biryar li gorî meyla polîtîk hatine dayîn û ev nirxandin kir: “Dema mirov li hinceta biryaran dinêre, îdiayên serlêderan jinedîtî ve hatiye û îdiayên dewletê esas girtiye. Bi vê yekê re binpêkirinên giran rewa kiriye.”    DÊ 13 DOSYAYAN BIBIN DMME’YÊ   Tul, destnîşan kir ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî li wan hatin girtin, wan dosya birine DMME’yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me ji bo 6 dosyayan serî li DMME’yê dabû. Piştî biryara AYM’ê ya derheqê 13 dosyayên din de, êdî ji bo me rêya DMME’yê vebû. Li ser navê serlêdaran em ê di demekî herî nêz de ji bo 13 dosyayan serlêdanê bikin. Em nizanin bê ka dê derheqê van dosyayan de DMME biryareke çawa bide. Lê ji bo ku hesaba van binpêkirinên giran ên di dema qedexeya derketina kolanan de were pirsîn, em ê vê pêvajoyê bişopînin.”    DOSYAYA BIRAYÊN OZKUL LI AYM’Ê YE   Yek ji malbatên ku ji bo xizmên xwe yên di dema qedexeya derketina kolanan de hatine qetilkirin têkoşîna hiqûqî dimeşînin jî malbata Ozkul e. Star Ozkul (19) û kekê wî Mehmet Ozkul (26) di jêrzemîna duyemîn a Cizîrê de hatibûn qetilkirin û dosyayên wan birin AYM’ê. Dosyaya Star Ozkul hêj jî li AYM’ê ye û li benda biryarê ye. Dosyaya Mehmet Ozkul jî di 20’ê mijdara 2023’yan de hate bersivandin û redkirin.    ‘TEKANE DAXWAZA ME DARIZANDINA KUJERAN E’    Bav Selîm Ozkul bertek nîşanî biryara AYM’ê da û wiha got: “Em ê dosyayê bibin DMME’yê. Me amadekariyên xwe yên ji bo serlêdanê temam kirin. Kurê min Star hêj nû nîşana xwe kiribû. Me amadekariyên dawetê dikir. Li navçeyê qedexe hate ragihandin. Mirada kurê min hasil nebû. Zarokên me sivîl bûn. Wê demmê zilm û neheqiyeke mezin dihat kirin. Her dever didan ber tank û topan. Jin, mer, zarok û pîr li her kesî dixistin. Malên xelkê bi serê wan de hildiweşandin. Gelek kes di bin kavilan de man. Dewletê zarokên min kuştin lê vê qebûl nakin. Dixwazim berpirsyar bên cezakirin da ku êdî vê zilmê tu kesên din nekin. Dewlet qebûl neke jî em bi rastiyê dizanin. Em bimrin jî heqîqet dê neyê jibîrkrin. Divê her kes xwedî li vê heqîqetê derkeve û têbikoşe.”    MA / Omer Akin