Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin 2024-01-03 10:14:52   AMED - Hevşaredarê Şaredariya Silopyayê Suleyman Şavlûk ku serdana Nobeta Edaletê wiha got: "Divê her kes xwedî li kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' derkeve."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, ev 34 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di qada navneteweyî de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk" hatibû destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyayê de di 27'ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin û malbatan jî li bajarên Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de berdewam in.     ‘ABDULLAH OCALAN JI BO HER KESÎ ŞENSEKE'    Tevî gelek kesan, Hevşaredarê Silopiya ya Şirnexê Suleyman Şavlûk jî çû serdana Nobeta Edaletê ya li Amedê. Şavluk, diyar kir ku gelê kurd li mafên xwe digere û wiha got: "Mafên wan ên bi qanûnan hatine diyarkirin jî ji destên wan hatine standin. Hevalên me bedenên xwe didin ber mirinê û li wan mafan digerin.”   Hevşaredarê Silopiya ya Şirnexê Suleyman Şavlûk   Şavlûk, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman: "Şerê li Tirkiyeyê nêzî nîvsedsal e didome ku hêj jî navê şer lê nehatiye kirin. Birêz Ocalan dibêje; 'Ez dikarim vî şerî di nava hefteyekê de bidim sekinandin.' Lêbelê alîgirên şer û çekan, destûr nadin vê yekê. Qedexekirina hevdîtina birêz Ocalan sepaneke derveyî hiqûqê ye. Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwazeke mirovî ye. Dengê li vir, dengê qêrîna hiqûqê ye. Birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê, ji bo kurdan, ji bo her kesî şensekî mezin e. Ji bo rastiya Rojhilata Navîn a di nava şeran de dijî, şenseke. Divê demildest bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe.”   BANGA XWEDÎDERKETINA LI KAMPANYAYÊ    Şavlûk, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk" derkeve û axaftina xwe wiha qedand: "Hêvîdarim ku her kesê girîngiyê dide hiqûq û pêşeroja xwe û xwedî li vê kampanyayê derkeve. Qet nebe divê bibin deng, da ku ji bo van kesên zextan didin meşandin û yên hiqûqê binpê dikin, bibe dersek.”