Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin 2024-01-03 11:46:47   NAVENDA NÛÇEYAN  - Di sala 2023’yan de li Îranê herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin.    Binpêkirinên li dijî kolberan ku mirina wan gelek caran nabe rojev jî didomin. Binpêkirinên li dijî kesên di navbera sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê de bazirganiyê dikin û jê re dibêjin “Kolber” di sala 2023’yan de jî berdewam kirin.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, di navbera 1’ê çileyê û 30’ê mijdara 2023’yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin. Li gorî heman daneyan, di nava heman dîrokan de herî kêm 239 kolber jî di encama gulebaranê de birîndar bûn.