Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin 2024-01-03 13:01:13   MÊRSÎN - Serokê AKP’î yê Şaredariya Akdenîzê Mûstafa Gultak 14 neguhêzbarên şaredariyê ku bihayê wan 72 milyon in, bi îdiaya deynên şaredariyê, dewrî SGK’ê kir. Endamê Meclisa Şaredariya Akdenîzê yê DEM Partiyê Ozgur Çaglar bertek nîşanî vê yekê da û got: “Neguhêzbarên şaredariyê wekî malê talanê tên belavkirin.”    Meclisa Şaredariyê Akdenîzê di Civîna Şaredariyê ya Asayî ya meha çileyê de ji bo 14 neguhêzbarên Şaredariyê Akdenîzê dewr bike raye da Şaredarê AKP’î Mûstafa Gultak. Hat zanîn ku bihayê neguhêzbaran 72 milyon lîre ye û ji ber qerê şaredariyê dê ev neguhêzbar dewrî Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) were kirin. Di nava neguhêzbaran de 4 dibistan, 3 mizgeft, binkeya tenduristiyê û avahiyê keyatiyê jî hene.    Endamên Meclisa Şaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgur Çaglar, der barê biryarê de axivî. Çaglar, destnîşan kir ku qerê pirîmên şirketeke girêdayî şaredariyê yên SGK’ê ev 18 meh in nayên dayîn û ev qer 72 milyon lîre ne û wiha axivî: “Me ji bo ku neyê firotin mehekê nîqaş kir, şerh danî. Lê belê Şaredar Gultak, teklîf bi piraniya dengan ji Meclisa Şaredariyê derbas kir."    Endamên Meclisa Şaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgur Çaglar   'FIROTIN Û DEWRKIRIN BÛ FÊHL'   Çaglar, bi bîr xist ku desthilata AKP’ê di sala 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kir û piştre Mûstafa Gultak di hilbijartina 2019’an hate hilbijartin û wiha pê de çû: “Di van 5 salan de gelek qer hatin kirin. Wekî 5 milyon, 10 milyon, 50 milyon. Gelek neguhêzbar dewrî wezaretan kirin, gelek neguhêzbar jî firotin. Şaredarî di bin qerên mezin de hate hiştin. Neguhêzbarên şaredariyê wekî malê talanê tên belavkirin. Me dît ku Gultan nikare şaredariyê baş birêve bibe. Gultak, dewrkirin û firotin ji xwe re kire fêhl.”