Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin 2024-01-03 13:32:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî baregeha leşkerî ya DYA’yê ya li nêzî Hesekê êriş hate kirin.    Televîzyona Mayadeen’ê ya navenda wê Lubnanê ragihand ku li dijî baregeha leşkerî ya DYA’yê ya li nêzî bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafireke hewayî ya bêmirov êriş hate kirin. Têkildarî kuştî û birîndaran tu agahî nehatin bidestxistin.    Di nûçeyê de bal kişandin ser ku êriş piştî kuştina yek ji rayedarên payebilind ê Hamasê Salih el-Arurî li Beyrûdê hatiye kirin.