Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand 2024-01-03 14:11:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyamek şand û spasiya her kesên tev li şînê bûne kir.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji Doza Kobanê girtî ye, têkildarî şîna bavê xwe Tahir Demîrtaş peyamek şand. Peyam, ji Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê re hate şandin û wiha hate gotin:    PEYAMA ŞÎNÊ    “Merhaba hevalên hêja. Bi hêviya ku hûn tevek baş bin. Di serî de navenda me ya giştî, parlamenterên me, rêveberên me yên bajar û navçeyan, ji ber xwedîderketin û piştevaniyê spasiya we tevekan dikim.    Bi vê wesîleyê li ser navê xwişk-birayên xwe yên ku nekarîn tev li merasîma oxirkirinê bibin û malbata me; di serî de gelê me yê welatparêz, tevahiya saziyên me û Dayikên Aştiyê, spasiyên xwe pêşkeşî hemû seydayên me yên hêja, avadaniyên me yên ciwan û jinan ku ji bo organîzekirina şîn û definkirina cenazeyê gelek ked dan, ji bo kedkarên çapemeniyê ku hem li welêt hem jî li derveyî welat bi fedekarî xebat meşandin û bi hestiyariyeke mezin nêz bûn, ji bo hemû kesên duayên xwe kêm nekirin û dostên ku êşa me parve kirin dikim. Xwedê ji we tevan razî be.    Li gel mamoste Selçûk ji we re silav û hezkirinên xwe dişînin.”