Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin 2024-01-03 14:30:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk daxuyand ku di sala 2023’yan de li dijî kurd, elewî û penaberan herî kêm 208 êrişên nijadperest û cihêkariyê hatin kirin.    Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk “Rapora êrişên nijadperest ên li dijî kurd, elewî û penaberan” a sala 2023’yan bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di sala 2023’yan de herî kêm 208 êrişên nijadperst/cihêkarî/tunehesibandinê di çapemeniyê de derbas bûn.    Di raporê de hat gotin ku ji ber gotinên desthilat û muxalefetê gelek êriş pêk hatine, di erdheja navenda wê Mereşê de li dijî penaberan gelek çalakiyên neteweperest hatine kirin û li dijî gundên elewiyên di herêma erdhejê de dimînin jî gelek nêzîkatiyên cihêkarî, pêk hatine.    Herwiha di roporê de hat diyarkirin ku ji sehayên futbolê heya girtîgehan, li dijî zimanê dayikê gotinên cihêkar hatin kirin û di metropolan de bi helwestên nijadperestî/cihêkarî/tunehesibandinê gelek êriş hatine kirin.    Di raporê de hat gotin ku bi salên dirêj elewî neçar man ku baweriya xwe veşêrin û niha jî malbatên penaberan şîreta veşartina kurdbûnê li zarokên xwe dikin da ku di qadên rayga giştî de zimanê xwe bi kar neynin. Di serî de Amedspor, gelek tîmên ji herêmê diçin sehayên deplasmanê, rastî gotinên nijadperest tên û herwiha rastî êrişên fizîkî dimînin. Li gel vê yekê hêj jî di TBMM’yê de kurdî wek ‘Zimanê nayê naskirin’ tê dîtin. Ji fîrmayên otobusan ên li herêmê bigirin heya avahiyên partiyên siyasî, di zimanê rojane de ev gotinên nijadperest asayî bûne.    ÊRIŞÊN LI DIJÎ NASNAME Û ZIMANÊ KURDÎ   Di raporê de hat destnîşankirin ku di lêgerîna salekê de 145 nûçeyên êriş/tunehesibandin hatine tomarkirin û wiha hat gotin: “Em dibînin ku çalakiyên nijadperest/cihêkariyê yên li dijî nasnameya kurdan tê jiyîn bêhtir li ser kurdî, tîmên futbolê û heskirina partiyên siyasî pêk tên. Dîsa di heman demê de li dijî penaberan di çapemeniyê de herî kêm 50, li dijî elewiyan jî 13 nûçe derbas bûne.”