Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne 2024-01-03 16:26:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên ku li 5 bajaran bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" tev li Nobetên Edaletê bûn ev peyam parve kirin: "Em azadiyê dixwazin, heya tecrîda li ser Rêberê me û zarokên me tê rakirin, dê çalakyên me bidomîn."   Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 34 meh in agahî jê nayên girtin. Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û herî dawî jî li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî bi serdanan berdewam kirin.   EDENE    Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam kir. Çalakiyê, mehek li pey xwe hişt. Li eywana çalakiyê pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin.   Gelek kes hatin serdana çalakvanan. Ji çalakvanan Haci Cîhangîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li îmraliyê lê bandorê li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dike û got ku nifteya çareseriyê Îmrali ye. Cîhangîr, destnîşan kir ku aştî dikare bi Abdullah Ocalan pêkan e û xwest azad bibe. Bi domdarî Cîhangîr bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê.    ÎZMÎR   Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Egeyê ve, bi xizmên girtiyan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Kesên tev li Nobeta Edaletê ya li avahiyê Nûnertiya Herêmê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de didome bûne, pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin.    Endamên Şaxa Îzmîrê yên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) çû serdana çalakiya malbatên girtiyan. Ji Rêveberên Şaxa DAD'a Îzmîrê Zeynel Bazkurt wiha axivî: "Gelê me di astengî, nalîn û zorê de ye. Wek divêtiyeke baweriya xwe em dixwazin li gel yên di astengî, nalîn û zorê de ne, bin. Em dixwazin bêjin ku em cem daxwaza rewa ya dayikên in."    Bozkûrt bal kişand ser girtiyên ketine greva birçîbûnê û got: "Piştgirîdayîna zarokên xwe, mafê herî mezîn ê dayikan e. Divê pirsgirêka kurd, bi rêyên demokratîk bi awayekê demildest were çareserkirin. Çareserî jî girêdayî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd û zindanan e."   WAN   Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî mehek li pey xwe hişt. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û gelek kes çûn serdana çalakgerên Nobeta Edaletê.    Parlamentera DEM Partiyê Sayyîgît di çalakiyê de ev tişt gotin: "Wekî tê zanîn ji bo ku tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Li vê derê jî dayikên me ji bo pişgriyê bidin wan di nobetê de ne. Em vê nobetê silav dikin. Ev sedan sal in ku li ser kurdan polîtîkaya zext û asîmîlasyonê heye. Li ser xwîna kurdan xwe li se pêya digirin. Ji bo ku me tune bikin, dixwazin çand, ziman û nirxên me tune bikin. Bi salan e ku em li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Em ê ji îro pê de jî li ber xwe bidin."   Di çalakiyê de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin.    AMED    Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li nobetê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Dayikên Aştiyên yên ji Mêrsîn û Colemêrgê hatibûn, Komeleya Jinan a Rosayê, Rêxistina Bajarê Nû yê DEM Partiyê, Partiya Bindestan a Sosyalîst û Rêveberên Rêxistina Amedê nobet ziyaret kirin.    Dayikên Aştiyê, bi dirûşm û tilîliyan kesên hatine serdanê pêşwazî kirin. Dayikan gul dan kesên tev li çalakiyê bûne. Dayikan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Em azadiyê dixwazin. Heya ku tecrîda ser Rêberê me û zarokên me radibe dê çalakiyên me bi dawî nebe û em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Çalakî bi strîna stranan û berzkirin dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" dom kir.    MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 31’an de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û hatin berzkirin.   Di çalakiya nobetê de Hasan Ehim axivî û anî ziman ku bi mehan e ku agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku daxwaza wan azadî ye. Ehîn xwest demildest tecrîd were rakirin.   STENBOL     Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatin daliqandin.    Çalakvanan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” ve “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Gelek welatî hatin serdana çalakvanan.      Endamên ANYAKAY-DER'ê û parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî hatin serdana nobetê. Di dima serdanê de beşdaran gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”,  “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.   Ji xizmên girtiyan a di Nobeta Edaletê de Zeynep Çalihan got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û anî ziman ku bêdengiya li hemberî vê rewşê çareserî nîne. Çalihan, destnîşan kilr ku divê her kesên xwedî wijdan di vê mijarê de bi berpirsyartiya xwe rabe û wiha axivî: "Gelo heke zarokên me di zindanan de şehîd bibin em ê çi bikin? Banga min ji bo rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ew e ku dengê xwe derxînin. Xizmên ji bo rakirina tecrîdê dest bi grevê kirine. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Banga me li her kesî ew e ku tev li grevê bibin. Divê hemû xelkên cîhanê xwedî li greva birçîbûnê derkevin. Divê her kes li vê derê be. Divê biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re guftûgoyê bikin. Birêz Ocalan di vê mijarê de dibêje; 'Ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.' Lê kesek xwe nade ber."