Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin 2024-01-03 22:10:18   ENQERE- DEM Partiyê di civîna xwe ya Lijneya Rêveber a Navendî de biryar da ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin.    Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi hevserokatiya Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan de civiya. Civîn nêzî 10 saetan dewam kir.    Di civînê de biryar hat girtin ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin.