ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-04 09:00:26   Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayirku bi berxwedana xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin li pey xwe hişt, navê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand. Dayika Nayirê Behiye Nayirê diyar kir ku keça wê ji bo parastina gelê xwe, xwe feda kiriye.    * Dadgeha Îstinafê 2 sal û 2 meh û 20 roj cezayê girtîgehê yê li Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglû hatibû birîn pesend kir. Sînanoglû gava serwexç bû wesayît bi kar anîbû û li Mûhammed Çelîk ê 13 salî qelibandibû û ew qetil kiribû.    * Tê îdiakirin ku li Mêrdînê qeyûn di bin navê "bexşê" de zorê dide karsazan ku pereyan bidin saziyên dewletê û hat desrpêkirin ku hin karsaz jî ji bo gilîkirinê çûne Enqereyê.    * Li Colemêrgê û navçeyên wê welatiyên ku ji ber qirêjiya hewayê ya ji ber bikaranîna komirê ya bêqalîte pêk tê bêmaske nikarin derve, xwestin çareyek ji vê meseleyê re bê dîtin.    * Dikandarên Serêkaniyê ku piştî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherî "girtîgeheke sê aliyên wê girtî" diyar kirin ku ji ber bihabûnê nikarin karê xwe bikin û hewl didin deynên xwe bi krediyan bidin.    * Çalakiya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li 6 bajaran bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hatiye destpêkirin, didome. Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat bang li hemû derdoran kir û got: "Em tevkariyê li çareserî û aştiyê bikin."   * Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan diyar kir ku desthilat li Bedlîsê ku di hilbijartinan de bi ser nakeve dest bi binçavkirin û girtinan kiriye û got ku gel dê di hilbijartinên xwecihî de bersiveke tund bide.   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Doza Midûrê ji Karên Nivîsan ê rojnameya Ozgur Gundemê Berpirsyar Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Cezayên Giştî ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.35)   * Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê bi boneya 4’emîn salvegera avakirina komeleyê “Rapora binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran a sala 2023’yan” parve bike. (11.00)   * Nobeta Edaletê ya li Amed, Stenbol, Îzmîr, Wan, Edene û Mêrsînê dê bidome. (11.00-17.00)   * Doza Midûrê Karên Nivîsan a Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yurttapan, edîtorê kovarê Haydar Ergul û 3 nivîskarên wê dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê bê lidarxistin. (11.15)   * Meclisa Jinan dê bi boneya salvegera windabûna Gulistan Doku, li pêşiya Sureyya Operasi ya li Kadikoyê daxuyaniyê bide. (17.00)