Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze! 2024-01-04 09:03:52   MÊRDÎN - Tê îdîakirin ku li Mêrdînê qeyûn di bin navê "bexşê" de zorê dide karsazan ku pereyan bidin saziyên dewletê û hat îdiakirin ku hin karsaz jî ji bo gilîkirinê çûne Enqereyê.    Tûncay Akkoyûnê ku ji aliyê Waliyê Mêrdînê û Wezareta Karên Navxweyî ve bi Biryarnameya Waliyan di Tebaxa 2023'yan de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, bi kirinên xwe di rojevê de ye. Tê îdîakirin ku Akkoyûn, li karsazên bajêr ferz dike ku pereyan "bexşî" saziyên dewletê bike.    AN PERE AN WESAYÎT   Li gor îdiayê Akkoyûnê ku bi dikandaran re hevdîtin pêk anî, dikandaran hişyar kir ku pereyan an jî wesayîtan "bexşî" saziyên dewletê bikin. Hat derpêşkirin ku Akkoyûn ji karsazan xwestiye ku herî kêm 500 hezar lîre pere "bexşî" saziyên dewletê bikin û yên nikarin pereyan bidin ji dêvla pere dikarin ji midrûiyeta polîsan û qereqola cendirmeyan re wesayîtan bistînin.    KARSAZAN GILÎ KIR   Hat derpêşkirin ku Akkoyûn ji bo vê zor daye karsazan û karsazên ji ber vê nerihet bûne jî berê xwe dane Enqereyê. Hat diyarkirin ku karsazên çûne Enqereyê giliyê walî Akkoyûn kirine û ji bo vê hevdîtin bi burokratên wezaretê re kirine.