Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve 2024-01-04 09:04:41 COLEMÊRG - Li Colemêrgê û navçeyên wê welatiyên ku ji ber qirêjiya hewayê ya ji ber bikaranîna komirê ya bêqalîte pêk tê bêmaske nikarin derve, xwestin çareyek ji vê meseleyê re bê dîtin.  Bi hatina zivistanê re li Colemêrgê hewaya qirêj kiriye ku welatî nikarin bêhnê bistînin. Sedema vê qirêjiyê jî bikaranîna komira bêqalîte ye. Li hin taxên navendî yên bajêr û li navçeyên wê Gever, Şemzînan û Rûbarokê xeta gaza xwezayî tune ye. Ji ber vê yekê, ji bo germkirinê komir tê bikaranîn. Lê belê dûmana komirê ya ji kulekên saziyên dewletê, malan û kargehan dertê bêhnê li bajêr û navçeyan diçikîne.    ‘DÊ HEYA KENGÎ WIHA BE'   Ji welatiyên Şemzînanê Mazlûm Dûyan anî ziman ku bi salan e heman êş û azarê dikişînin û got ku hewaya qirêj bi taybetî qadên jiyanê yên kesên extiyar û nexweşînên wan ên kronîk hene teng dike. Dûyan derpêş kir ku nexweşiyên şewbî di demsala zivistanê de ji ber qirêjiya hewayê zêdetir dibin û wiha got: “Em ê heta kengê jiyaneke wiha bidomînin? Nexweşxane tijî nexweşên kronîk û şewbê ne. Tevî ku bi salan e em gazincên xwe tînin ziman jî, kes dengê me nabihîze. Divê rayedarên dewletê ji vê qirêjiyê re çareyekê bibînin. Em hêvî dikin ku rayedar rojek berî rojekê di vî warî de gavinan biavêjin."   Dûyan da zanîn ku ji bo pêşî li vê qirêjiyê bê girtin, ewilî divê pêşî li bikaranîna komira bêqalîte bê girtin û ji bo kulekan fîltre bên bikaranîn û paşê jî xebatên çêkirina binesaziya gaza xwezayî bên destpêkirin.   ‘EM NIKARIN DERKEVIN DERVE'   Ji welatiyan Ozan Akbaş jî bilêv kir ku hewa herî zêde ji ber komira bêqalîte qirêj dibe û ev komir herî zêde li saziyên dewletê tên bikaranîn. Akbaş diyar kir ku divê rayedar di vê mijarê de teftîşan bikin û got ku mirov ji bo hewaya paqij derdikevin derve, lê ev yek li Şemzînanê ne wiha ye.    Akbaş got: “Em nikarin derkevin derve, bêhnê bistînin. Qirêjî danê êvarî dest pê dike heya serê sibehê didome. Em nikarin bêyî maske derkevin derve û bimeşin. Ji ber vê qirêjiyê gel naxwaze derkeve derve. Her kes dikuxe û yên bi nexweşiyên kronîk bi wan re hene xirabtir dibin."   Akbaş anî ziman ku ji ber qirêjiyê gel ji van deran koç dike û wiha got: “Em daxwaz dikin ku ev yek bê kontrolkirin û destûr neyê dayîn ku komira bêqalîte bê bikaranîn. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihîstin û guh li daxwazên me bê kirin."