Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin 2024-01-04 09:07:02   AMED - Çalakiya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li 6 bajaran bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hatiye destpêkirin, didome. Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat bang li hemû derdoran kir û got: "Em tevkariyê li çareserî û aştiyê bikin."   Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke hevpar a hêzên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, bênavber didome. Ji Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda mutleq de tê girtin, ji 25'ê Adara 2021'an ve tu xeber nayê girtin.    Di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li 74 navendan cîhanê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de li 106 girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger hat destpêkirin. Piştî vê yekê xizmên girtiyan dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.   LI 6 BAJARAN NOBETA EDALETÊ   Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHADFED) di daxuyaniya xwe ya 4’ê Kanûna 2023’yan de ragihandibû ku wê li komeleyên girêdayî federasyonê çalakiyên Nobeda Edaletê bên destpêkirin. Li Amedê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER), li Mêrsînê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrova (Çûkûrova TÛAY-DER) û lI Edeneyê jî Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîzê (AATÛHAY-DER) Nobeda Edaletê dan destpêkirin.    Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TÛHAY-DER) di 5'ê Kanûnê de tev tev li çalakiyê bû. Çalakî di 13’ê Kanûnê de bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAYDER) hat destpêkirin. Herî dawî di 27'ê Kanûnê de bi pêşengiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TÛHAYDER) çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Bi vî awayî hejmara bajarên ku çalakiya nobedê lê hatin destpêkirin derket 6'an.   'DIVÊ RÊYA ÇARESERIYÊ BÊ VEKIRIN'   Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat der barê çalakiya ku wan dayee destpêkirin de axivî. Canpolat anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê sedema hemû krîzên li welat e. Canpolat anî ziman ku divê fikrên Abdullah Ocalan bigihên civakê û gotinên Abdullah Ocalan ên "Eger derfet bên dayîn ez ê di nava hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser bikim" bi bîr xist. Canpolat destnîşan kir ku divê rê li ber vê sozê bê vekirin û got: "Sedema astengiya heyî ya li ser siyasetê ew e ku rê li ber vê yekê nayê vekirin.   Canpolat diyar kir ku hem girtî hem jî malbatên wan bi biryar in ku heta Abdullah Ocalan azad bibe çalakiya xwe bidomînin. Canpolat destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna pevçûnan, ji bo kes nemire û ji bo krîza aborî ya ji ber tecrîdê kûr bûye ji holê rabe divê her kes li dijî tecrîdê rabe û got: "Eger ev tecrîd bi dawî nebe, dibe ku greva birçîbûnê veguhere greva bêdem û bêdorveger. Lewma divê her kes tevkariyê li aştiya vî welatî bike."    'EM Ê LI BER XWE BIDIN'    Yasûre Tufan a li Amedê beşdarî Nobeda Edaletê bû got: "Pirsgirêka me tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ev kampanya ji bo Serok Ocalan, ji bo girtiyan dest pê kir. Çi ji destê me bê divê em bikin. Em li pey axa xwe, welatê xwe, Rêberê xwe bin."   Tûfanê got: "Divê êdî dayik negirîn, kes neyên kuştin. Em dixwazin zarokên xwe li cîhaneke xweş, li ser axa xwe mezin bikin. Heta çare neyê dîtin, em ê li ber xwe bidin."   MA / Rûkiye Adiguzel